Barzani: Armanca referandumê dewletek serbixwe ye
Di çerçova pişgiriya referanduma serxwebûna Kurdistanê de, li ewropa çalakî berdewamin. Li paytextê Danimark Kopenhagen Festîvala serxwebûna Kurdistanê hate li darxistin û Kurdistaniyên li vî welatî dijîn bi ahangî de pişgiriya xwe ji bo referanduma serxwebûnê dan xûyakirin.Serokê Kurdistanê Mesud Barzani bi peyamekî destxweşî li Festivalê kir û da xûyakirin ku, armanca referandumê pêkanîna daxwaziyên gelê Kurdistaniye û ev jî serxwebûne.Serok Barzani di peyama xwe de dibêje:Xweşhalim dema dibînim ku, Kurdistaniyan li Danîmark û li welatên din ên Ewropayê piştgiriya referandoma serxwebûna Kurdistanê dikin, ev yeke cihê dilgermiya xuşik û biryayên me li Herêma Kurdistanê ye, destxweşiyê lêdikim û ji dil spasiya wedikim.Referandum û dengê belê emrazekî aştiyê ye ya gelê me ye, deng û iradeya xwe bi şêweyeke medenî û aştiyane û dûr ji tûndûtîjiyê digehînin cîhanê, Kurd gelekî aştîxwaze, tevî wê tişta bi serê Kurdan de hatiye em dixwazin destê xwe bo bira û dostên xwe yên gelê din dirêj bikin, naxwazin ezmûna berê û sîstema çewsandin û binpêkirinê ya berê dubare bibe, em dixwazin li gel Iraqê weke du cîranên baş û bira û dost bijîn û derbarê cudakirina aborî û siyasî, şerê li dijî tûndirewiyê li gel hev hevkarbin û hemahing bin.


