Polîtîk

Emrullah Işler: Kurdên Tirkiyê otonomiyê naxwazin

Prof. Dr. Emrullah Işler Parlementerê AK Parti ya Enqerê û Endamê Komisyona Karubarên Derveyê Parlemen û Endamê Yekîtiya Rêxistina Hevkariya Parlementoyên Îslamî û Serokê Gruba Tirk hevpeyvînek li gel bernameya Niqta Nizam ya televizyona El Erebiye kir û bersîva pirsên rojnamevanê Ereb Husên Mauz da.

Li hevpeyvînê de bi awayeke giştî behsa siyaseta Tirkiyê ya li gel Suriye, Herêma Kurdistana Iraqê û Kurdistana Suriye bi giştî û behsa Kurdên Tirkiye û demokrasiya li Tirkiyê kirin. Işler da zanîn ku Tirkiye li warê demokrasiyê de welatekî pêşketiye û li Tirkiyê rojane li 20-25 rojnameyan de bi pîtên mezin, rexne li Erdogan tê girtin. 

Her wiha li hevpeyvînê de rojnamevanê Ereb Husên Mauz ji Işler pirsî û got: Pêwendiyên we li gel Kurdistana Iraqê başe, li wir otonomî heye, li Kurdistana Suriye otonomî ji bo çi hun otonomiyê nadin Kurdên Tirkiye? gelo otonomî ji bo Kurdên Tirkiye herame? Li ser vê pirsê Îşler got: Tirkiyê demokrasî heye pêwîstî bi otonomiyê nake û her wiha PKK û Ocalan jî daxwaza otonomiyê nakin.

 

Back to top button