Mehmet Muezzinoglu Wezîrê Tendirustiyê Tirkiyê da zanîn ku li herêmên Kurdnişîn de, li nexweşxaneyan de wergerên Kurdî dadimezrênin. Her wiha ev xizmet wê li hemû Tirkiyê dest bi kar bibe.
Muezzinoglu got: Li warê tendirustiyê de ji bo baştir xizmetkirina welatiyan emê wergerên zimanê Kurdî damezrînin û her wiha ev damezrandin wê li hemû Tirkiyê pêkbê. Her wiha Muezzinoglu, da zanîn ku wê ew pizîşkên Kurdî dizanin li herêmên Kurdnişîn damezrînin.