Polîtîk

Reuters: Serkirdayetiya Kurdistanê zîrekane muamele li gel neftê dike

Boriya nefta di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiye li kêlgeha neftiyên Teq Teq ve dest pêdike û digihe ser sînorê axa Tirkiye.

Serkirdayetiya siyasiya Kurdistanê herdem balkişandine li ser wê rastiyê ku Kurd mafê xwe heye bibê xwediyê dewleta serbixwe. 

Li van çend salên derbasbûyî de Herêma Kurdistanê li gelek waran de pêşketinên mezin bi dest ve aniye. 

Lêkolîner jî li ser wê baweriyê dane ku neft dikarê yarmetîder bê ji bo wê yekê ku di dawiyê de Kurd bibin xwedî dewleta xwe ya serbixwe. 

Li piştî pêvajoya rizgariya Iraqê biryar hate dayîn Herêma Kurdistanê % 17 ê bûdçeya giştî ya Iraqê werbigrê, lê belê berpirsên Bexda kêmtir li rêjeya %13 ê bûdçeya Iraqê dişîne Hewlêr.

Eve jî wiha kiriye geşbûn û pêşketina Kurdistanê bi wî awayî nebê ku Hikûmeta Herêmê plan ji bo wê yekê dadirêjê. 

Lê belê eger karê taybet bi danîna boriya nefta di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiye temam bê û li wê rêyê ve Hewlêr neft bişîne derve bi vî awayî jî Hikûmeta Herêmê pereyekî zêdetir ji wê bûdçeyê dest dikevê ku ji Bexda ve werdigre. 

Eve jî wateya wê yekê digihîne li gel derbasbûna her salek da û Herêma Kurdistanê zêdetir nêzîkî serxwebûnê dibe. 

Niha Herêma Kurdistanê li rêya tankeran ve neft dişîne derve û wî pareyê jî ku li wê rêyê ve destketiye nêzîkî milyar dolarek dibe. Dema li rêya boriya neftê jî bişîne derve êdî tê pêşbînî kirin Herêma Kurdistanê mehane wan milyar dolaran wergire. 

Back to top button