
Emerika li Moskovayê hate protestokirin. Balkêş e ku protestvan endamên partiya Komunîst a Rûsî bûne. Herweha saziyeke din jî bi navê Tevgera Asya Ya Navnetewî jî beşdarî di xwepêşandana protestoyê de kiriye.
Di nava protestvanan de hin kes hebûn ku xwe wek hemwelatiyên Sûrî jî didane xuyakirin.
Ev herdu grûb çûne ber Sefareta Emerîka ya li Moskovayê û qaşo Emerîka êrîşkarê Rejîba Be´sa Sûriyê ye û dixwaze rejîma Beşab Esedî hilweşîne.
Protestvan diqêriyan, digotin: ”Emerika destê xwe ji Sûriyê vekjişîne. NATO ji Sûriyê biqeşte.” Û duruşmên weke ”Biratiya Rusya û Sûriyê hertimî ye. Xweda, Sûriye, Esed biparêze.”
Polîsên Rusyayê kontroleke xurt vegirtibûn û xwepêşandan bi qederê du saetan domandin û bê ku rûdanek çêbibe, Xwepêşandan bi dawî bû.
Roejva Kurd