Rojev
Em spasiya Serokê Amerîkayê bo rakirina sizayên li ser Sûriyeyê dikin
Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî îro (Sêşem, 13ê Gulana 2025ê) di peyameke Xê de nivîsî, “Em spasiya Serokê Amerîkayê Donald Trump dikin, ji bo biryara wî ya rakirina sizayên li ser Sûriyeyê sepandî, ku dê bandoreke erênî li ser Sûriyeyê hebe.”
Mezlûm Ebdî herwesa got, “Em hêvî dikin ku ev pêngav dê piştgiriyê bide tenahî û dubare avakirinê, ku dê pêşerojek geştir ji bo hemî gelê Sûriyeyê biafirîne û Sûriye her gav hêjayî baştirînê ye.”
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî her îro di dema birêveçûna korbenda weberhênanê ya Siûdî Amerîkayî de li Riyaza paytexta Erebistana Siûdî ragehand, “Li ser daxwaza Mihemed bin Selman, em dê sizayên li ser Sûriyeyê rakin û dê derfeteke nû bidin wê.”