Polîtîk
Serokwezîr pêşwaziya Patrikê Dera Aşûrî kir
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwaziya Patrîk Mar Awayê Patrîkê Sêyê yê Dêra Aşûrî ya Rojhilat li cîhanê kir.
Di wê civînê de rewşa giştî ya Kiristiyanan li Herêma Kurdistanê, Iraq û deverê hat nîqaşkirin û tekez li ser pêdivîtiya zêdetir pêşxistina çanda tebayî û pêkvejiyana aştiyane ya navbera pêkhateyên cuda yên Herêma Kurdistanê hat kirin.