Civak

Em şanaziyê li jina Kurd dikin

Serokê Kurdistanê Mesud Barzani bi minasebeta 64 min salvegera damezirandina Yekêtina Afretên Kurdistanê nameyek a pîrozbahiyê ji Yekêtina Afretên Kurdistanê re rêkir. Ev nama Barzaniye: Bi navê xwedayê mezin û dilovanBirêz Sekreter û Endamên Mekteba Sekreteriyeta Yekîtiya Afretên KurdistanêSilavên xwedê li ser we beJi bo 64 emîn salvegera damezrandina Yekîtiya we (Yekîtiya Afretên Kurdistanê) pîrozbahiyeke germ pêşkêşî we û hemû endamên rêxistina we ya têkoşer dikim.Yekîtiya Afretên Kurdistanê, çawa li serdema çiya de roleke ber bi çav li xebata neteweyî û niştimanî da hebûye, bi heman awayî niha de jî roleke bi bandor li çespandina mafê afretan de heye.Xebata Afretên Kurd, tenê di nav xwe da nebûye li civak, belku piştîvaniyeke bihêz bûye û hevmilê hevjîn û birayên xwe yên Pêşmerge li şoreşê da qurbaniyeke zêde bexşiye ku cihê şanaziya gelê me ne.Li vê qonaxa şerê dijî teror û terorîstên Da’îş, jin û afretên Kurd, heman îradeya xwe ji bo neteweya xwe dûpat kirin û ezîztirîn kesên xwe pêşkêşî ax û neteweya Kurd kiriye.Li vê helkeftê de, tekez dikîn ku malbatên şehîdên serbilindên Kurdistanê, bi navê jiyanekî serbilindaneya mîlletê xwe da we qurbanî daye ku divê em hemû şanaziyê pêve bikîn û xizmetkirina we jî bi tu awayeke bi nirxek bi dawî nayê.Serê rêzê ji bo şehîdên Kurdistanê diçemînîn û silav dişînîn ji bo malbatên wan.Mesûd Barzanî12.12.2016

Back to top button