Polîtîk

Em piştgirê Pêşmergeyên Kurdistanê ne.

             

Daxuyanî ji bo rayagiştî:

Hevwelatiyên hêja,

Artêşa Îraqê di van demên dawîn de, bi navê ”Operasyona Hêzên Dicle”, bi çekên giran yên cengê, bi mebesta dagîrkirina Kerkûk û navçeyên veqetetandî, êrîş biriye ser axa Kurdistanê.

Roxandina rejîma Baasa faşîst û cîbicîkirina sîstema federalî hêvî û umîdekê da miletê kurd ku êdî dê li azadî, prensîbên demokrasiyê, mafên miletê kurd û yên hemû kêmneteweyên Îraqê rêz bête girtin û ev maf û azadî careke din ji aliyê hikûmetên merkezî ve neyên înkar û binpêkirin.

Lê mixabin, hikûmeta Îraqê, mada 140 û hemû peymanên di navbera hikûmeta Kurdistanê û hikûmeta Îraqê de û qanûna bingehîn ya Îraqa Federal ku cîh daye mafê miletê kurd û yên hemû kêmneteweyên îraqê, bi awayekî hovane binpê dike û êrîş biriye ser xaka Kurdistanê.

Ev desthilatdariya êrîşker dijminayetiya xwe ya li dijî miletê kurd wek dijminayetiya di navbera du miletan de dide nîşandan û bi vî hawayê nîjadperestî, dixwaze kêşeyên siyasî bi hêza leşkerî çareser bike. Siyaseta kurdistanî ji berê ve û heta niha, siyaseta birayetiya milet û gelên Îraqê ye.

Em wek hêzên siyasî daxwaz dikin ku ev kêşe bi guftûgo û bi riyên siyasî bête çareserkirin û xwîn neyê rijandin. Ji ber ku kêşeyên siyasî ne bi şerr, tindî û tîjî, bi diyalog û tedbîrên siyasî dihên çareserkirin. Şerr, ne di berjewendiyê gelên Îraqê de ye.

Li gor qanûna bingehîn ya Îraqa Federal, mafê pêşmergeyê Kurdistanê ye ku destkeftiyên miletê xwe yên netewî, azadiya milet, demokrasiyê, axa Kurdistanê, berjewendiyên netewî, jiyan û malê hevwelatiyên xwe biparêze.

Em wek Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî ku nûnerayetiya 27 partiyên siyasî yên herçar beşên Kurdistanê dike, li dijê vê êrîşê ne û bi hemû hêz û îmkanên xwe ve piştgiriya pêşmergeyên Kurdistanê dikin.

Herweha em bangî hemû hevwelatiyên xwe dikin ku yekdest bin û ew jî, ji bo parastina berjewendiyên netewî û jiyana xelkên Kurdistanê piştgiriya pêşmergeyên Kurdistanê bikin.

06.12.2012

KOMÎTEYA HEVKARÎ YA HÊZÊN SIYASÎ YÊN KURD Û KURDISTANÎ LI SWÊDÊ

Back to top button