PolîtîkRojev

Em li hêviyêne PKK di nava çend rojan de çekan deyne

Piştî civîna Komiteya Rêveberiya Navendî ya AK Partiyê ku bi serokatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan pêk hat, Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk daxuyaniyên girîng dan.

Çelîk piştî civînê di konferanseke rojnamevanî de got: “Em pêşbînî dikin ku di nava çend rojan de, piştî wê banga ku ji Îmraliyê hat kirin, PKK xwe hilweşîne û çekan danê. Xwehilweşandina PKKê dê ji bo welatê me bibe qonaxeke nû.”

Çelîk amaje kir ku armanca wan gihiştina Tirkiyeyeke bê teror e û ew ji bo vê armancê hewlên xwe didomînin. Herwiha got, piştî bi encambûna pêvajoyê, dê “eniyeke biratiyê” li welêt ava bibe.

Berdevkê AK Partiyê bal kişand ser wê yekê ku hewl tê dayîn pêvajo bê têkdan û hin kes naxwazin Tirkiye ji “terorê” rizgar bibe û got: “Lê em ê bi hestiyarî li ser karên xwe yên ji bo bi encam gihandina pêvajoyê berdewam bin û em dev ji piştgiriya xwe bernadin. Dema PKK xwe hilweşîne, dê serdemeke nû dest pê bike.”

Berdevkê AK Partiyê tekez kir, ew ê bi awayekî hestiyar nêzî pêvajoyê bibin û ji bo serkeftina wê karên xwe bidomînin.

Koça dawî ya Sirri Sureyya Onder: 

Çelîk xemgîniya xwe ji bo wefata Sirri Sureyya Onder anî ziman û got, beşdariya cihêreng a di merasîma cenazeyê wî de, nîşana qedrê ku ji bo hewlên wî yên avakirina piran di navbera nasnameyên cuda de tê dayîn bû.

Back to top button