Polîtîk

Em li gel YNKê venagerin xala destpêkê

Endamê Polîtbûroyê û berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed ragihand ku ji bo lihevkirina ligel YNKê ew venagerin xala destpêkê.

Mehmûd Mihemed derbarê pirsa Kerkûkê de jî da xûyakirin ku; Em û YNK li ser hemû xalan yeknêrîn bûn, lê tenê li ser xalekê nêrîna me ne yek bû, ew jî ew bû ku me digot divê di serî de rewşa Kerkûk û navçeyên din ên Kurdistanî bê başkirin û piştre parêzgarê Kerkûkê bê hilbijartin, lê YNK dibêje divê di serî de parêzgarek ji Kerkûkê re bê danîn û normalkirina rewşê û karên din bikevin qonaxeke din de.

Berdevkê PDKê dibêje ku, Kerkûk ne tenê milkê partiyekê ye, lê belê milkê hemû partiyan û xelkê Kurdistanê ye.

Mehmûd Mihemed di daxûyaniya xwe de got:  Biryar bû civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê roja 18ê bê mehê birêve çûba, PDK ji bo wê civînê 12 endamên encûmenê amade kiribû, lê hevalên YNKê tenê 2 endam amade kiribûn.

 

Back to top button