Nivîsar

Em Kurd bûne..Qey Tirk bimirin ?

Xuda! Dema Ruh’ê zindîyan afirandîye, gelo bi Ël û Eşîr(Qebîle) veqetandîye an na? di vî qada hanêda mixabin ez pispor nînim, û mijara mejî nine. Rastîya wî Xuda dizane.

Lê ez pê bawerim kû, dema İnsan afirandîye, tevahîya insana bi Ël û Eşîr(qebile) veqetandîye. Ji ber kû Wî ewha xwestîye, û Ew wusa dibêje (Qur’an a Pîroz Hucurat / 13)

Bê vên’û vîyan’a(îrada) me, Xuda em ji Dê û Bav’ek Kurd afirandîne, û şandîne vê Dinya’ê` Lê dema me çavên xwe li Dinya’ê vekir, me xwe li Tirkîyê dît.

Yekemîn gotina me bîhîst, bi Kurdî bû, her weha yekamîn gotina me xwast em bêjin, ewjî bi Kurdî bû.

Em ji Dê û bav’ê xwe Kurdî fêrbûn, bi lorînên Kudî mezinbûn. Bi Kurdî girîyan u bi Kurdî kenîyan.
Lê dema me dest bi dibistanê kir, Tirkî fêr’i me kirin. Li malê em dibûn Kurd, li dibistanê dibûn Tirk.
Li malê “Kurd’im, merdim`jêhatîme” me negot, Li dibistanê “Türküm Doğruyum çalişkanım” me got. Li malê “Kurd mêvanperwerin başin” me zanîbû, lê li dibistanê “Bir Türk Dünya’ya bedeldir” gotin. Li dewsa “Ez bextîyarim ji ber kû Insanim”, lê ji mere gotin “Ne Mutlu Türküm diyene” bêjin.

Em bi Kurdî bûn, bi Tirkî mezinbûn, lê di destê medaye em çawa bimirin.

Mal bi Kurdî ye, Lê kolan bi Tirkî ye.. çewa? Ger em bi mînak bikin!!!

Xewnên me xeyalên me bi Kurdî ye, lê teher (Terz)ê jîyan’a me bi Tirkî ye.
Ruhê me û hundirê me bi Kurdî ye, lê bedena me û derveyê me bi Tirkî ye.
Gund’û Bajar’ên me bi Kurdî’ne, lê navên wan tevahî  bi Tirkî ye.
Navê me gelekan bi Kurdî ye, lê paşnavê me hemîyan bi Tirkîye.
Şîn’a me êş’a me bi Kurdî ye, lê kêf’û dilşahîya me bi Tirkî ye.
Qezî(sohbet) û xeyba me bi Kurdî ye, lê Nuçe, Xeber’û agahîya me bi Tirkî ye.
Camî, cemaet’û dua’yen me bi Kurdî ne, lê Wez, Xutbe û Mela’ê me bi Tirkî ye.
Şerr’û pevçûn’a me bi Kurdî ye, lê gilî, gazin’û Dad(yargi)a me bi Tirkî ye.

Li Rojhilat (Kurdıstan)Kurd’û Tirk bira’yê hevin, Lê li Rojava(Batı) Kurd bun dujmin.

Raste kû tevahî ya vana ji ber Asimilasyon’a Dewlet’ê pêk hat, û li ser mejî bandora xwe hîşt.
Her çend li ser tavahî ya jîyan’a me bandorek bi taybet kiribe jî, çareserkirina wêjî bi derfete.
Berxedana li hember vê Politika han, bi dest meye. Ruxandin’a hatîye çêkirin, ne hêsan(mümkün) bejî bi berxwedan hêsanî jî dibe. Lê eger derbasîya me nebe sedem jibo hatina me, wé çareserî bibe.

Ger em, “Wan em anîn vî halî” bêjin jî, nayê gotin kû jibo guherandinê ked’û ced’a me jî heye.
Mixabin me hê dev ji hînbûyîna xweya beré bernedaye, em ji zext’û qedexe’yan xilasbûn, lê me anha bi dilakî, u bi xwestin pê girtîye.

Çewan? nebéjin…
Em vana hînjî bikarnaynin? Mînak……

Dil’ê me Vên’û Vîyan(irade)a me bi Kurdî ye, Lê Mejî’yê(beyin) me hînê  bi Tirkî ye.
Li hember qedexan me berxweda, Lê em niha bi xwe digrin.
Dema qedexe bû me bi Kurdî qisedikir, anha ne qedexeye em bi Tirkî di axifin.
Dema navên me (Gül,Ceylan,Sevda,Kaya) bi Tirkî bû em Kurd bûn.
Me navê xwe guherand Kurdî(Gulê,Xezal,Evîn,Zinar) lê em anha bûne Tirk.
Em bi Kurdî difikirin, lê bi Tirkî dinivisînin.
Em axaftina xwe bi Kurdî dest pê dikin, lê bi Tirkî berdewam dikin.
Şerr’ê me tekoşîna me bi Kurdî ye, lê Sîyaset’û Polîtîka me bi Tirkî ye.
Gund’û Çîya’yên me bi Kurdî ne, lê deşt’û bajarên me bi Tirkî ne.
Silogan’ên me bi Kurdî ne, gotar(nutuk)ên me bi Tirkî ne.
Pişt me, paş me, alîyên me bi Kurdî ne, Serkar’ên me, Rê’ya me û pêşîya me bi Tirkî ne.
Cefakarên me, wefakarên me Kurdî ne, lê mixabin sefakarên me û rîyakarên me Tirkî ne.

Çiqas bi eş’û kull’e ne? Çima wusan dibe?

Ger em bêjin ku “Em bi Tirkî xwe  baş tînin ziman” eva tenê hêncet’e(bahane) em li paş hêncet (bahane)an xwe vedişêrin. me xwe ji vê nexweşîyê xilas nekir, ji ber ku hêcet jibo insan’a nexweşîyek herî xetere.
Ger bi Tirkî bejî, gelo heyan îro, ji kêra, anjî  çiqas me xwe anîye ziman, em tenê xwe dixapînin. Kesén zimanê Kurdî baş dizanin, dizanin kû zimanê Kurdî çiqas berfireh, dewlemend’û bikêre. Ger em zimanê dayîk’a xwe bikarnaynin, an em ji zimanê xwe fedî dikin, anji bi zimanê kesan hewesî dikin.

Bikaranîna zimanê dayîkê mafekê(Evrensel) Gerdûnî’ye. Xwestina Perwerda zimanê zikmakî jî mafé mirovane. Lê mixabin kesên kû zimanê xwe di Jîyan’a rojaneda bikarnayne û zarokên xwe fêrnake, bi xwestinên wî bawerî jî nayê kirin.
Em li mal zarokên xwe fêrî Tirkî bikin, û jîyana mejî bi Tirkî be, em nikarin ji kesî mafê perwerdê bixwazin. Perwerda bi zimanê zikmakî kar’ê dewlet’ê ye, lê fêrkirina ziman karê meye.

Minak’a li jêr, ez bawerim daxwaza me teva  tîne ziman!!!

Bav’ekî kû di jîyana xwe ya rojaneda,  û li mala xwe herdem Tirkî bi kartîne! zarokên xwe jibo fêrbûyîna zimané xwe, dişîne qurs’a ziman. Roja yekemîn êvarê ji kurê xwe dipirse, “Ka kurêmin hela were, îro tu çi fêrbûyî”, Lawuk bi kêf berbi bav’ê xwe tê û çend gotinên Kurdî fêrbûye ji bavê xwere dubare dike. Bavo, memoste jiminre got ku, gotiniên tu îro fêrbûyî, li mal bi dê û bavê xwere pratik bike jibo tu zû fêrbî, ka ji kerema xwere jiminra alîkarî bike. Lê bavê lawuk zêde guh nadê, Lawuk çend caran daxwazîya xwe ji bavê xwera dubare dike, Lê Bav bi hêrs dipekîne ser lawuk, Kuro qey anha wexta wîye tu nabînî wayê ez maçê temaşedikim here li dibistanê hinbibe. Lé Kêf’û xwestina  lawuk’a fêrbûyîna zimanê dîya wî dişkê.

Gelo bavek bi vî karî, xwestina wîya perwerda ziman çiqas raste?

Em, Kurd hatin Dinya’yê, bi Tirkî jî mezinbûn, lê em çeya bimirin bi destê meye. Daxwazîya min ji Xweda’yê dilovan’û dilovîn heye ku, roja Mahşer’ê min bi zimanê dayîka min darizîne.
Ez bawerim, ev mijarekî gelek bi taybete û her kes para xwe jê hilîne.
 
” Binêre apê Beko, em Kurd’in Welat’ê me jî  Kurdistan’e”  ji fîlm’a (Kilamek ji bo Beko) .

M Salih’ê Cemal
24-09-2013

Back to top button