Nivîsar

Çareseriya dawî li cem Seroke

Çemka cengê sar, wate aliyên şûna hêza Serbazî û gurzê agirîn, li rêya medya û dîplomatan ve ji bo lawazkirina hevdû propagandaya dijî hevdû encam didin.

Ev cenge, yekem car li dîroka mirovayetiyê de, sala 1945 piştî dawiya cengê cîhaniya duyem li navbera bereya Rojava Amerîka û bereya Rojhilat Yekîtiya Sovyetê de destpêkir. Encam bi şikest û dabeşbûna Yekîtiya Sovyetê bi dawî hat. Lê belê bi nêrîna hinek ronakbîr û siyasetmedarên niha, ev ceng carekî din li navbera Amerîka û Çînê de destpêkiriye, bi taybetî piştî wê yekê ku tê hest kirin propagandaya di navbera van dû dewletên li sînorê urfî ya navdewletî derketiye.

Ji ber wê yekê ev mijar gelek berdewam dibe, li vir de tenê dixwazim bi kurtî cûreya vê cengê ji bo xwendevanan zelal bikim, ewê mebesta mine eweye ku kêşeyên navxweyiyên Kurdistane û kûrbuna vê cengê li çarçêweya cengekî sare, bi bêyî wê yekê ku hinek aliyên siyasî bîr li encama wê bikin.

Piştî cengê birakujiya li Herêma Kurdistanê de hewlek ji aliyê siyasiyan ve ji bo kevînkirin û pêçandina birînan û nehiştina asewarên vê cengê hebû. Her wekî ku gelek car ev qonaxe bi qonaxa aştevayî ji aliyê serkirdayetiya siyasî û siyasetvanan û çalakvanên medeniyan ve tê behs kirin û ji bo dûbarenebûna aloziyên siyasî û serbaziyan hewleke ciddî li ser vê pêvajoyê hatiye dayîn. Lê belê ewê balkêşe eweye, heta niha hest bi wê yekê nehatiye kirin ku cengekî sarê rûxêner destpêkiriye û pêwîstî bi helwestekiye.

Ez bawerim, hewêna cengekî sar bi navê demokrasiyê ve ji bo dûrxistina xelkê li piştî dirustbûna tevgera goran ve li sala 2009 ve serî hildaye. Ji ber ku eger têbînî bikîn, bîrkirina vê tevgerê bi cûreyek, dîroka xebat û deskeft û şer û aştî û tenê şehîdê her dû partiyên desthilatdar red dike û daxwaza guhertina li lez dike. 

Guman têda tûne eger Tevgera Goran akademiyane û siyasiyane çavdêriya pêvajoyê bike, dizanê guhertinên lez diçê çarçêweya kûdeta ve, ji bo wê yekê pêwîste berpirsiyariya têkneçûna pêvajoyê hilgirê û bi aramî siyasetê bike. 

Propagandaya dijî hêzê siyasiyên Başûr û dijayetiya Partiya siyasiyên Rojava li beramber hevdû û helwesta PYD beramber Başûr û şerê PKK li gel aliyê siyasiyên din û tometbarkirina partiyên Rojhilatiyan li dijî hevdû, wate ev diyarde siyasiyane bi gengeşeya hêzên siyasiyên mezinên Kurdistanê ve bi navê hinek berjewendiyên hizbî de bandoreke raste rast li ser îradeya xelkê Kurdistanê heye û encama cengekî nexwestî li çarçêweya cengekî sar de li Kurdistanê derdikevê û encama wê asoya bi navê Kongreya Neteweyî ya Kurd dirust bûye li vê qonaxê de, dibê xal û rengên ser perokan û dawiyê de bi îradeya yekgirtiya zêdetirê 45 milyon Kurd ya li cîhanê de tîne.

Ji bo wê yekê pêwîste bi zûtirîn demî helwest li ser van xalan bê danîn û pêşniyarên rêzdar Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê yên ji bo nehiştina kêşeyên navxweyiyên Herêma Kurdistanê li dirustkirina hikûmetekî bingeha wê berfireh de li berçav bigrîn û carekî din piştî bangewaziya hekîmaneya Serok ve ya li pêşniyara Kongreya Neteweyî de biçîn û li Rojhilata Navîn de yekîtiya Kurd biparêzîn.

Şukriye Teymûr

 

Back to top button