Cîhan

ENKS tevlî opozisyona Suriye bû

Hevpeymaniya Niştimanî ya opozisyona Suriye li Stenbolê bi tevlûbûna 11 nûnerên ENKSê civîna xwe li darxist.

Di vê civînê de rewşa Encumena Niştimaniya Kurdên Suriye(ENKS) hate rojevê û gotubêj kirin.

Di civînê de endametiya 11 nûnêrên ENKS hate qebûlkirin. Niha 11 nûnêrên ENKS di Hevpeymaniya Niştimanî ya opozisyona Suriye de têne temsîl kirin.
Ji berî niha ENSK civînek ya xwe de navê 11 nûnêrên xwe eşkere kiribûn.

Bi vê yekê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi awayek fermî û bi tevahî cihê xwe di nav opozisyona Suriye de girtin.

Ji xwe rewşa PYDê tê zanîn.PYD bi eşkere li gel rejimê kar dike.

Back to top button