Civak

Em êrîşa terorîstî li dijê Rûdawê şermezar dikin

Hinek çekdaran êrîş birin ser avahiya Rûdawê li Hewlêra paytextê Kurdistanê. Di encama êrîşa terorîstî de 5 karmendên Rûdawê birîndar bûn.Li Kurdistanê dema medya bibe armanca êrîşên çekdarî, ev dibê tehdîta herî mezin li ser medya azad. Eger li welatekî de medya azad neyê damezirandin û medya role xwe yê civakê de nikaribe bileyze, ev cihêcihê metirsîyek mezin û dê her demî li wan welatan linkek yê demokrasiyê kêm be.Her dezgehê medyayî di xwedî siyasetek ya weşanê ye. Ne mimkine ku ev siyaset dilê her aliyekî yan jî her kesekî be.Her demî mirov dikare rexna bike û helwesta xwe jî bide diyarkirin.Lê dema hinek aliyên tarî naxwazin rastî derkevê hole dest êrîşên çekdarî dikin. Ev buyer di kesayeta Rûdawê de li ser hemû medya Kurdistanê ye.Ji berî niha jî li hinek deveran êrîşê karmendên Rûdawê hatiye kirin û peyamnêrên wan hatine birîndar kirin. Bi êrîşkirinê kesek nagihe derekî. LÊ tu cara Rûdaw ranewestî û karê xwe berdewam kir.Erîşek terorîsti û tariye.Em wek karmendên Rojeva kurd bi hemû awayî vê êrîşa teroristî şermezar dikin û selameta birîndara dixwazin. Hêvî dikin ew zûtirîn dem baûbibin û vegerin ser karê xwe.Karmendên Rojevakurd

Back to top button