Civak
Tevger: Bêdengbûn, piştgirî ye û cesaretê dide êrişkaran
Bi bihîstina êrişa li ser Nawenda Rûdawê ya Hewlêrê em xemgîn bûn. Êrişa li ser Rûdawê, nîşana eciziya ji rastiyan e. Êrişeke terorî ye û teror tu carî bi ser nakeve.Êrişa li hember çapemeniya azad li paytexta Kurdistanê ku ber bi serxwebûnê ve diçe, naye qebûlkirin. Ev êriş him li çapemeniya azad him jî li destkeftiyên Kurdistanê ye.Em terorê, terorîstan û piştgirên terorîstan nelet dikin. Şifaya xêrê bo birîndaran dixwazin.
Em bo vê bûyare terorî xemgîniya xwe tînin ziman. Derbasî be. Em piştgirê Rûdawê ne. Em bawerin ku êrişên terorî nikarin bandorê li ser çapemeniya azad bikin.Em bangî hemû aliyan, bi taybetî jî bangî ew aliyên ku li ser hemû mijaran nerînên xwe tînin ziman lê li hember vê êrişê bêdeng in dikin;Bêdengbûn, piştgirî ye û cesaretê dide êrişkaran. Di heman demî de ne helwesteke samîmî ye. Em bêdengan jî wek şirîkên êrişkaran dibînin.KOORDÎNASYONA RÊVEBIRIYÊ YA TEVGERA CIWANÊN KURDISTANÊ25.06.2016