Civak

Terorîsta êrîşê Rûdawê kir

Îro demjimêr 12.05 piştî nîvê şevê hinek kesan bi bombeyên destî êrîşê avahiya Tora Medya Rudawê kirin. Li Hewlêr  avahiya nawednî ya Rudawê bû armanca êrîşê û di encam de 5 karmendê Rûdawê birîndar bûn.Cihê dilxweşîyê ye ku birîna birîndara ne girane. Piştî bûyerê serokê Kurdistanê Mesud Barzanî pêwendî li gel Rûdawê kir û pirsa birîndara kir. Herweha serok ev êrîşa terorî şermezar kir. Gelek berpirsên hukumetê  û kesên din ev êrîşa teroristî li dijê Rûdawê şermezar kir.Tora Medya Rûdawê jî di derbarê vê bûyera qirêj de daxuyaniyek da û da xuyakirinku, ev êrîşên teroristî wan ji armancê wan yê weşanê nade aliyekî û ev bi vê yekê çavtirsandî nabin.Herweha berpirsên Rûdawê ji dezgehên emnî daxwaz kirin ku zûtirîn dem berpirsên vê bûyerê bêne girtin.

Back to top button