Em dixwazin peywendiyên me bihêztir bibin

Cîgirê Yekem ê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Kosovayê Behcet Bakulî di peyamekê de pîrozbahî li Serokê  Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û ragihand ku welatê wî dixwaze peywendiyên xwe li gel Herêma Kurdistanê bihêztir bike.

Behcet Bakulî di peyama xwe de dibêje: “Em serokatiya cenabê we bilind dinirxînin di parastina seqamgîrî û aştiya li herêmê û hewandin û piştgirîkirina lêqewimiyan û penaberên destê DAIŞê de. Me li Kosovayê weke berê penaberî dîtiye û em dizanin ew alîkarî çiqas giring û bi qîmet in.”

Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Kosovayê ragihandiye ku ew di karkirina li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê de berdewam in “ji bo bihêztirkirina hevaltî û biratiya ku di navbera me de heye”. Herwiha dibêje: “Em di şerê dijî DAIŞê de hevpeyman in. Herwiha pêwîst dike ku em peywendiyên xwe pêşve bibin, daku welatiyên me zêdetir ji wê biratiya navbera me sûdê bibînin.”

Peyama pîrozbahiyê ya Behcet Bakulî wiha ye:

Birêz Nêçîrvan Barzanî,

Serokê Herêma Kurdistanê – Iraq

Birêz,

Bi navê gel û hikûmeta Komara Kosovayê, ez pîrozbahî li cenabê we dikim bi boneya hilbijartina we weke Serokê Herêma Kurdistanê – Iraq. Em ji bo we hêviya serketinê dixwazin di erkên we yên dahatû de weke Serokê Herêmê ji bo berjewendiyên welatiyên Herêma Kurdistana Iraqê.

Kosova berdewam dibe di karkirina bihevre li gel Hikûmeta Herêmê ji bo zêdetir bihêzkirina hevaltî û biratiya ku di navbera me de heye. Em di şerê dijî DAIŞê de hevpeyman in. Herwiha pêwîst dike ku em peywendiyên xwe pêşve bibin, daku welatiyên me zêdetir ji wê biratiya navbera me sûdê bibînin. Em ji bo pêşvebirin û berfirehkirina vê hevbeşî û hevaltiyê, ji nêz ve kar dikin.

Em serokatiya cenabê we bilind dinirxînin di parastina seqamgîrî û aştiya li herêmê û hewandin û piştgirîkirina lêqewimiyan û penaberên destê DAIŞê de. Me li Kosovayê weke berê penaberî dîtiye û em dizanin ew alîkarî çiqas giring û bi qîmet in.

Em ji cenabê we daxwaz dikin ku ji kerema xwe di çarçoveya desthilata we de hikûmeta Iraqê han bidin ku Kosovayê nas bike û peywendiyên dîplomatîk li gel Kosovayê ava bikin û alîkariya hewldanên me bikin ji bo endambûna rêxistinên navdewletî.

Birêz Serok, em hêviya pêşveçûn û aştî û pêkvejiyanê ji bo we û xelkê Herêmê dikin di siberojê de, em hêviya serkeftina we dixwazin di xizmetkirina welatiyên Herêmê de.

Rêz û silavên me yên herî germ qebûl bikin.

Behcet Bakulî,

Cîgirê Yekem ê Serokwezîr û Wezîrê Peywendiyên Derve yên Kosovayê

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: