Polîtîk

Em Dewleta Kurdî dixwazin

Serokê Fraksiyona Tevgera Îslamî Şiwan Qeladizeyî ragihand, em daxwaza dewleta kurdî dikin û em naxwazin ev derfet ji dest biçe. Herwiha got, qonaxa reform û çaksaziyê pir girîng e û pêwîst e were bicihkirin.Şiwan Qeladizeyî Serokê Fraksiyona Tevgera Îslamî ji malpera KDP.info re ragihand: “Qonaxa reform û çaksaziyê pir girîng e û pêwîst e were bicihkirin, ji ber ku sebra xelkê nemaye, ji aliyekî ve krîza darayî û ji aliyekî ve jî DAIŞ ji me re hatiye, lewma pir girîng e ku qonaxa ragihandina çaksaziyê li Hikûmetê berfirehtir bibe û hemû aliyan li xwe bigire.”Qeladizeyî wiha got: “Em hemû, bi partiyên siyasî û xelkê ve pişta pêngavên Hikûmetê bo çaksaziyê digirin. Herwiha em jî Dewleta Kurdî dixazin û em naxwazin ev derfet ji destê me biçe, lewma pêwîst e em hemû pişta hev bigirin.”

Back to top button