CivakPolîtîk

Referandûmê pêwîst e em hemû pişta Serok Barzanî bigirin

Siyasetmedarê kurd Dr. Mehmûd Osman ragihand ku, pêwîst e hemû aliyên siyasî pişta Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bigirin di pirsa lidarxistina referandûma serxwebûna Kurdistanê.Dr. Mehmûd Osman ji malpera KDP.info re ragihand: “Da ku referandûn bi bandor be, pêwîstî bi piştevaniya navdewletî heye, lê di rastiyê de kurd hemû ligel referandûmê ne, lê ji bo ew referandûm cihê giringiyê be, pêwîst e awayekî fermî werbigire û di bin çavdêriya navdewletî de be.”Osman wiha got: “Niha li ser asta navdewletî gelekî behsa Herêma Kurdistanê tê kirin, lê zêdetir ji ber Hêzên Pêşmerge û şerê DAIŞê ye, lewma ez neagahdar im ku gelo UN bi vê referandûmê razî ye yan na û nêrîna wan hatiye standin an na, ji ber ku pêwîst e razîbûna wan were girtin da ku ew jî bi fermî werbigirin. Pêwîst e kar bê kirin ku UN bê razîkirin, ji ber ku em gelek in û mafê me ye ku em referandûmê bikin û wan pê razî bikin.”Siyasetmedarê kurd Dr. Mehmûd Osman ragihand ku, pêwîst e hemû aliyên siyasî pişta Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bigirin di pirsa lidarxistina referandûma serxwebûna Kurdistanê, herwiha serok jî bi nave me hemûyan wî karî bike, lewma dê ew kar serkeftîtir û bihêztir be, lewma divê hemû alî yekgirtî bin, ji ber ku ev pirs pirseke neteweyî ye.Mehmûd Osman wiha domand: “Pêwendiyên Serok Barzanî li ser asta navdewletî pir baş in. lewm adikare rola xwe bibîne di hewldanên lidarxistina referandûma serxwebûna Kurdistanê de.”

Back to top button