Polîtîk

Em dengên xwe didin Kurdistanê û Ala Rengîn

Di derbarê hilbijartinên Tirkiye û Kurdistana Bakur ji bo parlemenoya Tirkiye çêdibin, aliyên siyasî helwesta xwe didin kifşkirin.Tevgera Ciwanên Kurdistanê jî, helwesta xwe ji bo  hilbijartinan didin kifşkirin. Tevger dibêje: Em dengên xwe nadin wan partiyan ku doza serxwebûna Kurdistanê nekin.Tevger rengê dangên xwe jî eşkere dike û dibêje: Dengên me ji bo Kurdistanê û Ala Rengîn e.Daxûyaniya Tevgerê:JI RAYA GIŞTÎ YA KURDISTANÊ REHer hilbijartin, tercîhek e ku milet ji nava namzetên ku dixwazin wi welatî bi rê ve bibin yekî hildibijêre. Ji bo di birêvebirina wî welatî de daxwaza gel bi cih were, ev pêdiviyeke demokrasîyê ye. Pêşketina demokrasîyê jî ji bo welatekî nişana pêşketinê ye.11329967_1601170360132389_8098495177686584093_nJi ber ku Kurdistan perçekirî ye û di bin dagirkerîyê de ye em nikarin bi asta nirxandinê ya welatekî din Kurdistanê binirxînin. Ji ber ku tiştê ku li weletekî serdest nîşana demokrasîyê be, dikare li Kurdistanê bibe nişana bindestî û zordariyê.

Ger em hilbijartinên parlamentoya Tirkan ji aliyê Kurdan ve binirxînin, nikarin qala demokrasî û pêşketinê bikin. Ji ber ku ew parlamento li ser bingeha tunebûna Kurdan hatiye ava kirin, ji bo Kurdan jî hilbijartina wê parlamentoyê tê wateya hilbijartina dagirkerê xwe. Loma em di vê rewşê de ne dikarin qala demokrasîyê ne jî dikarin qala tevlîbûna Kurdan a birêvebirina Tirkîyeyê bikin. Ji ber ku kî bê hilbijartin jî, wê dagirkeriya li ser Kurdistanê her bidome.Karê neteweke bindest ne hilbijartina dagirkerê xwe ye. Karê wî, têkoşîna netewî û serxwebûna welatê wî ye.Em wek Tevgera Ciwanên Kurdistanê, nabin perçeyek pergala dagirkirina Kurdistanê. Loma emê wek ku me berê jî kiribû dengê xwe nedin tu partiyan ku ji bo serxwebûna/dewletbûna Kurdistanê kar nekin. Emê wek hilbijartinên berê, dîsa dengê xwe bidin Kurdistanê û Ala Rengîn biavêjin sindoqên hilbijartinê. Em bang li netewa Kurd dikin ku pişt bidin vê helwestê û di sindoqên dagirkeran de dengê Kurdistanê bilind bikin.28.05.2015TEVGERA CIWANÊN KURDISTANÊ 
Back to top button