Kultur

Medya Kurdî li himber derewên medya PKK çi dike?

Rûdaw di nûçeyekî de dibêje ku;Medyaya PKKê piştî şer û aloziya navbera gerîlayên PKKê û pêşmergeyên PDKÎ, êrişî Serokê Heêrma Kurdistanê Mesûd Barzanî û PDKÎ dikin.Rûdaw dibêje:Endamekî PKKê bi navê Amed Dîcle ku di medyaya wê rêxistinê de kar dike, êrişî PDKa Başûr dike û dibêje, “Dema mirov li medyaya PDKê û medyaya AKP dinêre, mirov dibîne ku ew bûyer, herêmî nîne û li derve hatiye plankirin. Dibe ku haya wan pêşmergeyên PDKÎ yên çûne Kelaşînê jî ji meselê nebe û nezanin bûne qurbanên çi komployekê.”Ew endamê PKKê her wiha îdia dike ku Sekreterê PDKÎ Mistefa Hicrî “beriya du-sê hefteyan” li Hewlêrê bi şandeke dewleta Tirkiyê re hevdîtin kiriye. Ew civîn jî ji aliyê PDKa Başûr ve hatiye organîzekirin. Lê PDKÎ heta niha tiştek li ser wê civînê negotiye.Li gorî Amed Dîcle, PDKÎ ji aliyê PDKa Başûr ve hatiye esîrkirin ji bo ku şerê Îranê neke! Ew komploya Îranê ye çimkî Barzanî li ser daxwaziya Tehranê, PDKÎ pasîf kiriye!Wî rojnamevanê PKKê, qaşo şîret li PDKÎ kiriye û gotiye, eger PDKÎ dixwaze gelê Rojhilat biparêze bila pişta xwe bide PJAKê û li dijî Îranê şer bike!Endamê rêveberiya PDKa Başûr Ehmed Kanî ji Rûdawê re got ku belavkirina îdiayên wiha, veşartina rastiyan e çimkî em qet naxwazin alozî di navbera hêzên Kurdistanî de çêbibe.Ehmed Kanî diyar kir ku PDK dê li ser hewlên xwe yên lihevanîna PKK û PDKÎ berdewam be û wiha got: “Di vê demê de ku li aliyekî şerê DAIŞê heye li aliyê din serxwebûna Kurdistanê di rojevê de ye, şerê partiyên kurdî xizmeta ti kesî nake.”Endamê Polîtburoya PDKÎ Teymûr Mistefayî li ser îdiya Amed Dîcle ya hevdîtina Mistefa Hicrî û şanda Tirkiyê got, beriya wê bûyerê PDKÎ bi ti hêz û aliyekî re neciviyayeTeymûr Mistefayî diyar kir ku hêzên wan dê li ser sînorê Rojhilat bimînin lê şerê çekdarî nakin lê eger rastî êrişê hatin dê xwe biparêzin.Têbiniyek:Medya PKKê ve girêdayî her demî bê ku bisekinê û her derfetê de şerê PDKê û Barzanî dike. Rojane di derbarê Barzanî de nûçe têne belav kirin û tiştên derew, nerast ji bo Raya Giştî têne belav kirin.Herweha dezenfarmasyona medya PKKê belav dike, dibe sedemek ku Barzanî, PDK û Başûr bi xwe jî ji aliyê bi hezaran kesên derdora PKKê çewt tê fam kirin.Li hemû deveran erkek ya medyayê ye ku li dijê xeberên derew û kampanyayên dezenfarmasyona belav dike derkeve û rastiyê bingihîne xelkê.Lê mixabin medya kurdî piranî vê yekê nake û erka xwe ya medyayî nayne cih. Li Bakurê Kurdistanê heta niha yek malper gelek vekirî li dijê nûçeyên derew ya PKKê derdike û rastiye dighîne xwendevanan. Hêvî ewe ku hemû medya kurdî di serî de jî Rûdaw vî erkê xwe bîne cih. 

Back to top button