Civak

Em Bi Wefata Birêz Dr..Firset Sofî Gelekî Xemgînin

Parêzgarê Hewlêrê, Birêz Firset Sofî jiber  nexweşîya Coronayê  îro, Çarşemê 18ê Mijdarê koça dawî kir.

Birêz Dr. Firset Sofî ji gêncînîya xwe de kedkar û xebatkarekî doza azadîya Kurdistanê bû.Wek kadroyekî, wek rêvebirekî, wek parlamenterekî, wek yasazanekî, wek parêzgarekî  bi awayekî çalak di nav gel de, di nav xebata pêşde birin û geşedana Kurdistanê de kedeke wî ya hêja hebû.

Birêz Dr. Firset Sofî wek Parêzgarê Hewlêrê karekî berbiçav û nimûne meşand.

Em bi koça dawîya niştimanperwerê dilsoz, kedkarê avakirin û pêşdebirina Kurdistanê Birêz Dr. Firset Sofî gelekî xemgînin.

Xwedê bi rehma xwe şad bike. Cîhê wî biheşt be.

Ez li ser navê xwe û li ser navê hemû rêvebir û endam û alîgirên PAKê sersaxîyê ji hemû malbat û heval û hezkirîyên rehmetî re dixwazim.Serê gelê me  yê Hewlêrê, serê hemû gelê Kurdistanê sax be.

18.11.2020

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê

Back to top button