Piştî li başûrê Kurdistanê girêdayê dewletên dagirker û milîsên Şîe li Iraqê, PKKê dest êrîşên xwe li himber serweriya Kurdistanê kir, gelek nirxandin, şirova û helwestên cuda derketin hole. Aliyên siyasî li hemû deverên Kurdistanê daxûyani ragihandin. Bi nave siyasetmedar û rewşenbîra daxûyaniyên cuda hatin ragihandin. Hinek pişgiriya çekdarên PKKê û êrîşên PKKê li ser hêza pêşmegeyan kir û hinek jî li dijê kiryarên PKKê rawestiyan û helwesta xwe bi zelalî eşkere kirin. Mirov bi helwesta van herdu aliyan tê digihe. Lê bi helwesta bi nave bê aliyê tê girtin gelek xirab e û ne bo çareseriyekî yan jî karek erênî tê kirin. Tenê hinek dixwazin bi nave bê aliyê roja xwe xilas bikin û xwe wek kesayet tetmîn bikin.
Eger bûyerek rû dabê û mirov di derbarê vê bûyerê de dîtina xwe bêje, dive rastiyê jî bêxe rojevê. Aliyek heq û yek jî neheqe. Eger tu bêjî herdu alî jî neheqin , yan jî heqin nabe. Ev helwest encama siyaeta durû tê hole.
Ji aliyek din ve gelek kes bo bikaribin PKKê rexnebikin divê PDKê jî rexne bikin. Girêdayê kiryarên PKKê rexnekirina PDKê ne raste û dibe sedemê xeletiyek mezin û di siyasetê de cihê vê yekê tuneye. Eger tu PDKê rexne bikî bike, mafê te ye lê PDKê bi kiryarên wê rexne bike, ne ku dema tu bixwazî PKKê rexne bikî illeh divê behsa PDKê jî bikî. Gelek cara tê gotin ku PDKê rê daye PKKê li başûr cih bibin û di wextê xwe de PDKê alikariya PKKê kiriye da ku li başûr cih bibe û li gel PKKê peyman îmze kirine. Ev yek bi awayekî li gora demê hatî kirin ,gerek bê şirove kirin. Lê nabe di van dema PKK vekirî êrîşê serweriya başûrê Kurdistanê dike, tu vê yekê PDKê ve girê bidî.Mercên wê qonaxê gelek cuda bûn.
Di vê qonaxê de PKK li başûr girêdayê Heşda Şeibî bi fermana Îranê tevdigere. PKK bo Tirkiye bêxe herêmê de li gel hinek hêzên dewleta Tirk di nava hemanhengiyekî de ye. PKK destê dewletên dagirker li herêmê ye. Eger hinek nikaribin vê rastiyê bêjin bila bê dengbin baştire. Yan jî bila bi awayek şermok hevalbendiya PKKê nekin û vekirî pişgiriya xwe ji kiryarên PKKê re diyar bikin.
Kurd hemû li, bakur, başûr, rojhilat , rojava û li hemû deverên cîhanê destkeftiyên netewî li başûr wek destkeftiyên xwe dibînin. Bo vê jî pişgiriya serweriya Kurdistanê dikin vê ronahiyê ji bo azadiya Kurdistanê wek hêviyek mezin dibînin. Elbet dê li destkeftiyên başûr biparêzin. Tu beşek Kurdistanê ji bo beşek din nabe pê xembin.
Eger tu cureyê pêwendiyên hinek aliyên siyasi li gel hinek aliyan rexne bikî, baş dibe û ev babetek taybet e. Gerek baş bê zanin şerê PKKê li dijê PDK, di bingehê xwe de li dijê serweriya herêma Kurdistanê ye. Tenê ji bo PDK li destkeftiyên netewî xwedî derdikeve û behsa dewletbûnê dike, PKK bi zanebûn PDKê dike armanc. PKK di kesayeta PDKê de êrîşê dezgehên yasayî yê Kurdistanê dike.
Bi siyaseta durû tene em zererê didin berjewendiyên netewî. Ji xwe yên mala Kurdistanê şewitandî ev siyaseta durûye. Nabê çewe li bayê te werê tu siyasetê bikî.
Li bakurê Klurdistanê gelek aliyên siyasî, rewşenbîr û kesayetên siyasî dibêjin ku divê em başûrê Kurdistanê wek bîboka çavê xwe biparêzin. Dema hinek li ser laşê te runin û tilîya xwe bêxin çavê te de da ku biteqînin, dê mirov çi bike? Dema em bikaribin bersiva vê pirsê ji xwe bikin û bersivek rasteqînî bidin , dê rewş baştir bê têgihandin.
Em ji bîr nekin ku,îro cihê Ala Kurdistanê bi azadî bilin dibe başûrê Kurdistanêye.
18.11.2020
Nûçe/Analîz
(Rojevakurd)