Nêçîrvan Barzanî: Dr. Ferset kesekî karzan û dilsoz bû

Serok Nêçîrvan Barzanî li peyamek da serxweşiyê li malbata Dr Ferset Sofî Parêzgerê koçkiriyê Hewlêr û xelkê Hewlêr û Kurdistanê dike û dibêje: Dr Ferset kesekî karzan û dilsoz bû.

Eve jî naveroka peyama hevxemiya Serokê Herêma Kurdistanê ye:

Bi helkefta koça dawî ya Dr Ferset Sofî Parêzgerê Hewlêrê, bi dil xemgînî û sersaxiya xwe radigihînîn û serxweşiyê li malbat û kesukarên wî û hemû xelkê Parêzgeha Hewlêr û Kurdistanê dikim.

Dr Ferset Sofî her li destpêka temenê xwe ve roleke girîng li rêzên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê da dît, paşê jî wekî kadîreke pêşketî li warê karê cemaweriyê da rola xwe hebû. Her wiha wekî Parlementerekî çalak û yasanasekî jêhatî rolekî gelek ber bi çav li Parlemena Kurdistanê da hebû. Karzanî, destpakî, niştimanperwerî û dilsoziya Dr Ferset, ewî kiribû kesekî xweşdivî û cemawerî.

Piştî wergirtina posta Parêzgerê Hewlêrê, gelek bi dilsoziyê ve li ser kêşeyên xelkê ve diçû, gelek projeyên wî ji bo zêdetir pêşxistina bajarê Hewlêrê û hemû navçeyên parêzgehên Hewlêrê hebû. Mixabin merg û koça dawî rê neda zêdetir xizmeta Hewlêr û Kurdistanê bike.

Xwedayê mezin giyanê wî bi dilovaniya xwe şad bike û hedarê bi hemû aliyek bibexşê. Kar û dilsoziya Dr Ferset Sofî herdem li bîra me da dimîne.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

18/11/2020

Nerîna min :