CivakRojev

Em bi hev re dikarin zehmetiyên xwe derbas bikin

Alîkarê Serokwezîr Kubad Talebanî li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanîyek da û got, “Îro min li gel Serokwezîr Mesrûr Barzanî xwarinek xweş û berhemdar xwar”.

Talebanî got: “Em di wê bawerîyê de ne ku em bi hev re dikarin zehmetîyên xwe derbas bikin, ji bo xizmetkirina baştir ji welatiyên xwe re kar bikin û li hember gelek metirsîyên li ser Herêma Kurdistanê bihêz bimînin.”

Ji alîyê din ve di daxuyanîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya piştî civînê de, hat gotin ku di civîna Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Kubad Talebanî de atmosferek erênî derbas bûye.

Hat zanîn ku di hevdîtinê de pirsgirêkên darayî û îdarî yên hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine gotûbêjkirin, her du alî li ser wê yekê hemfikir bûne ku hemû pirsgirêk bi diyalog û hevkarîya navbera wezaretan bên çareserkirin.

Hat diyarkirin ku Serokwezîr û Cîgirê Serokwezîr amaje bi rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û navçeyê kirine û tekezî li ser giringîya yekrêzî û pêkvejiyana ji bo parastina mafên destûrî û mafên netewî yên welatîyên Herêma Kurdistanê kirine.

Back to top button