CivakRojev

Emê destûrê nedin ku dewlet û korîdorek terorê ava bibe

 

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mewlûd Çawîşoglu, di derbarê armancên Tirkîyê de got ku Amerîka yan jî welatekî din nikare van terorîstan rizgar bike. Ew ji bo me armancek meşrû ye û emê rê nedin wan ku dewletek terorê yan korîdorekê ava bikin.

 Çavuşoglu di weşana zindî ya Lider Haber TVyê de rojev nirxand û bersiva pirsan da. 

Çavuşoglu anî zimên ku “Hin welatên rojavayî dixwazin li Sûrîyê korîdora terorê çêbikin û li wir piştgirîyê didin PKK/YPGyê. Operasyonên me ji bo wan tehdîd in”.

“DYA û welatek din nikare van terorîstan rizgar bike”

 Çavuşoglu destnîşan kir ku Tirkîye yek ji wan welatan e ku herî zêde piştgirîyê dide yekîtîya axa Sûrîyê û destnîşan kir ku ev mijar ji bo Enqereyê xwedî girîngiyek jiyanî ye. 

Çavuşoglu, diyar kir ku “divê di mijarên wek vegera Sûrîyeyîyan, têkoşîna dijî terorê û dewamkirina alîkarîyên însanî de bi rejima Esed re hevkarî bê kirin. Ger li Sûrîyê aramîyek mayînde hebe û rêveberîya Sûrîyê bigihêje kapasîteya ku ji nû ve Peymana Edeneyê pêk bîne, wê ev yek pêk bê”. 

Çavuşoglu bal kişand ser operasyonên Tirkîyê yên li dijî hedefên terorê û wiha got: “Amerîka yan jî welatekî din nikare van terorîstan xilas bike. Em ê bidomînin. Ji bo me hedefek rewa ye û emê destûrê nedin ku dewlet û korîdorek terorê ava bikin. Ev yek ji bo Iraq û Sûrîyê jî derbas dibe”.  

Çavuşoglu destnîşan kir ku plana Amerîkayê ya li Sûrîyê ew e ku ewil korîdorekê çêbike, neftê bi rêya wê korîdorê ragihîne behrê û paşê bikişîne bazarên navnetewî û wiha got: “Ev ji bo kê ye? Ji bo YPG/PKK ye. Niha herêma bakurê rojhilat parçe dikin. Heger derfet hebe dixwazin wê korîdorê çêbikin, lê dibînin ku ev yek ne pêkan e”.

 

Back to top button