
Şêwirmendê Serokê Giştî yê Kemal Kiliçdaroglu Nûşîrevan Elçî, li ser xebatên partîya xwe, pirsa Kurd û xebatên wan yên li herêmê axivî.
Çend roj berî hilbijartinan, partîyên siyasî li parêzgehên Kurdistanê xebatên xwe yên hilbijartinê zêde kirine. Partîya Komarî ya Gel (CHP) ku di rapirsîyên giştî de diyar dibe ku wê di van hilbijartinan de piştgirîya dengdêrên Kurd werbigire, yek ji wan partîyan e ku çalakîyên xwe li parêzgehên Kurdistanê zêde kiriye.
Maseya Rojhilat a CHPê CHP di çarçoveya Maseya Rojhilat de xebatên li herêmên Kurdan dimeşîne, ev mase bi giranî li van herêman dixebite. Serokê Baroya Şirnexê yê berê Nuşîrevan Elçî, yek ji wan navên ku di sala 2022an de di çarçoveya xebatên Maseya Rojhilat de tev li CHP bûye. Elçî yê ku piştî tevlêbûna CHP bû serşêwirmendê Serokê CHP Kemal Kiliçdaroglu, di derbarê rojevê de axivî.
Elçî da xuyakirin ku polîtîkayên li bajarên Kurdan tên meşandin di nava raya giştî de bûye sedema berteka xwe û destnîşan kir ku ya yekemîn ji van pêkanînên ku bertek nîşan da polîtîkaya qeyûmê ye.
Elçî bi bîr xist ku Serokê wan Kiliçdaroglu gelek caran polîtîkayên qeyûman tîne rojevê û got, “Pêwîst e li Tirkîyê demokrasî ji nû ve bê avakirin û bêhiqûqiyên heyî ji holê bên rakirin. Tiştê ku niha tê kirin xelet e, îstîsmarkirina desthilatdarîya îdarî ye, li cîhekî xelet bikar tîne. Dibe ku bingehek qanûnî hebe, lê ne bingehek qanûnî ye. Bingeha wê ya qanûnî jî cihê nîqaşê ye. Divê hem serokê me û hem jî hêzên demokrasiyê yên li welêt li dijî pêkanînek wiha derkevin. Pêwîste ne tenê li dijî pêkanînên qeyûman, li her cihê ku pratîkek antîdemokratîk hebe jî li dijî vê yekê derkeve. Ya ku mirov hêvî dike ev e”.
Pirsa Kurd û Pirsgirêka Demokrasîyê
Elçî, bi bîr xist ku yek ji pirsgirêkên herî girîng yên welat pirsgirêka demokrasiyê ye û got: “Bê demokrasîyê tu pirsgirêk çareser nabe. Ger hûn demokrasîyê bi hemû sazî û rêgezên wê ve ava bikin, hûnê hemû pirsgirêkên bingehîn yên welêt yên wek pirsa Kurd, pirsgirêka Elewî, pirsgirêka karkeran û aboriyê çareser bikin. Lê eger demokrasî nebe, wê hemû pirsgirêk wek xwe bimînin. Û dema tu pirsgirêkan çareser nekî jî wek berfê mezin dibe û dikeve ser civakê. Ji ber vê yekê rêya çareserîya pirsgirêkan avakirina demokrasiyê ye”.
Elçî, anî zimên ku eleqeyek mezin ji bo CHP li parêzgehên Kurdistanê heye û got, CHP wê ji gelek bajarên Kurdistanê parlamenteran derxîne. Li gel vê jî Elçî da zanîn ku CHP wê dengên xwe li seranserê welêt biteqîne û wiha got: “Berê li herêmê CHP xwedî avahîyek pir xurt bû. Lê ez bawer dikim ku di demek nêz de li piranîya cihên ku demek dirêj e wekîl nehatine dayîn, wê wekîl bên derxistin”.


