Em amadene ji bo çareseriyê rolekî bileyzin

Cîgirê serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê û serokwezîrê Kurdistanê yê berê Nêçîrvan Barzanî, li ser rojeva siyasî ya Kurdistanê û herêmê axivî. Nêçîrvan Barzanî beşek girîng ya axavtina xwe de li ser pirsa kurd li Bakur jî sekinî û di vê derbarê de hinek dîtinên ku rê li ber çareseriya pirsa kurd li Tirkiye vekê anîn zimên.
Barzanî da xuyakirin ku dive PKK wek muxatab jib o çareseriyê bête dîtin û li gora wê gav bêne avêtin. Nêçîrvan Barzanî got: Riya çareseriya ya herî kurt û bikaribe encamekî destbêxe, muxatab girtina PKK-ê ye.
Neçîrvan Barzanî hevpeyvînek berfireh li gel kovara Gulan kiriye û ew hevpeyvîn îro hatiye belavkirin. Di beşek hevpeyvîna xwe de Nêçîrvan Barzanî dibêje: Ji bo çareseriya pirsa kurd li Tirkiye dive giftûgo hebe û diyalog destpê bike. Eger Tirkiye bixwaze PKK-ê ji derê vê pêvajoyê bihêle û çareseriyekî payda bike ev dîtinek şaş e. Ji dervehiştina PKK-ê di vê pêvajoyê de pirsa kurd li Tirkiye çareser nake. Heta li gora Tirkiye pirsa PKK-ê jî nayê çareserkirin. Bê goman di vî warî de dive PKK jî rola xwe ya pêwist bileyze û siyasetek welê rêvebibe da ku ew, wek muxatab bête qebûl kirin. Divê di vê pirsê de em objektif û li gora rastiya heyî bifikirin. Rêya kurt ya çareseriya ewe ku mirov li gora rastiyê gava bavêje. Divê li Tirkiye gelek kûrahî û ciddî li ser vê yekê bisekinin û bifikirin. Herweha PKK jî dive akilane nêzikî vê pirsê bibe.
Di berdewambûna hevpeyvîna xwe de cîgirê serokê PDK-ê got: Divê em real li pirsgirêkên heyî binêrin. Eve zêdeyî 80 salan e ev pirs heye û heta niha nehatiye çareserkirin. Tirkiye nikare hebûna miletek mezin wek kurdan li Tirkiye inkar bike. Hêdî dema inkarê derbas bûye.Ji aliyek din jî israrkirina bi metodên çekdarî ev pirs çareser bibe ne mimkine. Divê herdu alî bigihin baweriyekî, ne kurd bi şerê çekdarî dikarin armancên xwe dest bêxin û nejî Tirkiye inkarkirina miletê kurd digeha derekî. Bi van herdu metodan pirsa kurd çareser nabe. Em hewl didin ku van herdu dîtinan nêzikî hev bikin.
Ji bo çareseriya pirsa kurd li Tirkiye Nêçîrvan Barzanî got: Pirsgirêka PKK-ê bi rêya leşkerî çareser nabe. Tecrûbeyên van çend salan diyar kir ku bi metodên şer û rêyên leşkerî ev pirs çareser nabe. Eger bibiya dê van 30 salên bûrî de ev pirs bihata çareserkirin. Divê PKK jî bigihê baweriyekê ku bi kuştina çar serbazên tirk nagihêje armancên xwe.
Cîgirê serokê PDK-ê û serokwezîrê Kurdistanê yê berê Nêçîrvan Barzanî dubare da diyarkirin ku, ew amadene ji bo çareseriyê rolekî bileyzin û di vê derbarê de got: Pirsa kurd pirsekî siyasiye. Wek gelek caran serok Barzanî jî gotî ji bo çareseriyek aşîtiyane ya pirsa kurd li Tirkiye, em amadene ku rolêk erênî bileyzin. Eger herdu alî jî rola me qebûl bikin, dê rola me bibe rolek arîkar ji bo çareseriyê.
Di dawiya axavtina xwe de Nêçîrvan Barzanî da xuyakirin ku, ew ji bo çareseriyê medoên demokratîk û rêya diyalogê pêwist dibînin.