Dosya

Mehmet Emîn Aktar ji nû ve bû serokê Baroya Amedê

Piştî 2 rojan Baroya Amedê serokê xwe hilbijart û Mehmet Emîn Aktar ji aliyê parêzeran ve dîsa hatiye bijartin . Ji bo serokatiyê 2 namzet hatin berebazkirin Mehmet Emîn Aktar 282 ray Tehîr Elçî jî 259 ray stend.

Hilbijartina ji bo diyarkirina serokatî û endamên Baroya Amedê 2 roj berdewam bû . Roja şemiyê endamên heyeta rêveberiyê hatin bijartin û roja duyemîn jî ji bo serokatiyê namzetek hate bijartin.

Hilbijartin di Salona Konferansa Mehmet Akîf Ersoy a Şaredariya Mezinê Amedê de hate kirin. Di hilbijartinê de Halit Advan, Selahattin Çoban, Gazanfer Abbasioğlu, Serhat Eren, Cihan Aydın, Süleyman Bilgiç, Zülfü Demir, Sertaç Buluttekin û Esat Aktaş jî wek endamên rêveberiya baroyê hatin bijartin.

Back to top button