Polîtîk

Em amade ne bi pêşmerge re Alîkarî bikin

Çavê dijminan bi azadî û pêşketina Kurdistanê hilnayê û dagîrkerên Kurdistanê dijî gelê Kurd harîkarî komên trrorîstî yên Daîş dikin .

Gelê me li Başûr û Rojava Kurdistanê rastî êrişên çekdarên Daîşê tên,Rastiya di binê dagirkirina Mûsilê û deverên azadkirî Herîma Kurdistanê de veşartî jî, êrîşa li hemberî tevahiya destketiyên gelê Kurd û Başûrê Kurdistanê ye,bila baş bizanin Ji bo parastina Kurdistanê gelê Kurd hemû Pêşmerge ye. Em vekê Tevgera Araratê amade ne bi pêşmerge re Alîkarî bikin.

Êrîşên rêxistina çete li dijî gelê me bi hovane bi tûndî şermezar dikin, Ji malbatên kesên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane sersaxiyê, ji birîndaran re jî şîfa xêrê dixwazin.

Em Bang li hemû gelê me li her Çarperçên Kurdistanê dikin ku pir ciddî li ser pîlanên dijminên gelê Kurd rawestin.

Tevgera Şoreşgerên Araratê
12/06/2014

Back to top button