Malper Nivîsar Elîşêr Beg û Zarîfe Xanım/Derewên PKKê/Dersîm-Hozat-Ovacık…

Elîşêr Beg û Zarîfe Xanım/Derewên PKKê/Dersîm-Hozat-Ovacık…

Li Kurdistanê rojev dagirtî û dewlemed û rengîn e. Loma jî hemû mijarên rojevê şirovekirin gelek zehmet e. Lê dîsa jî qasî ji me tê divê ku em wek nivîskar rojevê bi awayekı bişopînin û pêşkêşî xwendevanên xwe bikin.

EZ ELÎŞÊR BEG Û ZERÎFE XANIMÊ PÊŞENGÊ NETEWEYA KURD IN…

Wek tê zanîn li Kurdistanê di despêkê de li Koçgiriyê ji bona serxwebûna Kurdistanê di sala 1919an de serhildana neteweyî dest pê kir. Lewra Koçgiriyan beriya hemû herêman fahm kiribûn ku Dewleta Kemalîstan mafê kurdan nas nakin, dê kurdan înkar bikin, sozên didin derew in. Loma li hemberî Kemalîstan serhildan li dar xistin.
Elîşêr û Zarîfe Xan jî, ji serokatiya Tevgera Neteweyî ya Koçgiriyê bûn.
Hezar mixabin serhildana gelê me li Koçgiriyê, bi zulma Kemalîstan şikest xwar û li Koçgiriyê qetlîamek pêk hat. Ew kalikê Ertûgrûl Kurkçuyê bi dengê kurdan dibe parlamenter, paşayê wê demê bû ku li Koçgiriyê qira kurdan anî.
Piştî ku Tevgere Neteweyî ya Koçgiriyê şikest xwar, Elîşêr û Zarîfe Xanim teslîm nebûn. Dewletê jî nikarî wan bigre û wan bikûje. Wan jiyana xwe li çiyayê Dersîmê, li çiyayên bilind û dostên însana xwe parastin.
Tu wext jî, çiyayên Kurdistanê li wan xiyanetî û bêbextî nekir û nedikir, ew teslîmî dewleta kolonyalîst ya Tirk nedikirin.
Dema ku li Dersîmê ji aliyê dewleta Tirk de qirkirin û qetlîama kurdan pêk dihat,
Elîşêr û Zarîfê Xanimê karên xwe yê Kurdistanî dimeşandin. Dewletê dixwest ku Elîşêr û Zarîfê Xanimê jî bikûjin. Lê hemû hewildanên wan bê encam bûn. Wê demê dewletê biryar da ku ew kesên nêzikî Elîşêr Beg û Zarîfê Xanîmê ne, bikirin, Elîşêrê Egît û pêşengê Kurdistanê, jina pêşeng û dayika kurdan û egît Zarîfê Xanimê bidin kûştin.
Dewleta Tirk di hewildana xwe de serkeftî bûn. Kirîvê Elîşêr kirîn û ji xwe re kirin sixûr û noker. Navê wî Zeynel bû. Ew Zeynelê bê wîjdan û ji mirovatiyê û kurdbûnê dûr, di roja 09.07. 1937an de bêbextî li Elîşêr û Zarîfê Xanimê kir. Dema ku ew mêvanê wî bûn, serê Elîşêr û Zarîfê Xanimê jêkir, bir teslîmî celladê dewleta Tirk ya kolonyalîst kir. Wahşeteke mezin wî û dewleta Tirk bi hev re pêk anîn.
Vê bûyerê bi serê xwe dijminitiya Dewleta Tirk ya Kemalîstan û Kurdan gelek aşkere nîşan dida.
Hezar mixabin Dewleta Tirk ji bona ku ji laşê wan jî ditirsiya, ciyê mezelê wan jî veşart û heta nûha jî ciyê mezelê wan ne diyar e.
Lê kurdekî mirovê wî û krîvê wî li Elîşêr û Zarîfê Xanimê hiyanetî kiribe jî, ew ji wê rojê vir ve ketin rihê, serê, mejiyê, dilê kurdan. Ew beriya 83 salan hatin kûştin û ew bûn şehîdên Kurdistanê. Hemû kurd Elîşêr û Zarîfê Xanime egît û pêşengên xwe dizanin û wan bi giramî bibîrtînin..
Ez jî di 83yemîn salvegera şehîdbûna wan de Elîşêr Beg û Zerîfe Xanimê û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bibîr tînin. Ew di dilê me kuırdan û di mêjiyê me kurdan de dijîne. Ew rêberên me ne. Em di bin pêşengî û rêberiya wan de xebata xwe ya neteweyî dimeşînin.
Ez Dewleta Tirk ya hiqûqnenas, dijmina kurdan laned û rûreş dikim.

DEREWÊN PKK-Ê Û BIRAZIYA SALIH MUSLIM…

PKKê projeya Dewleta Tirk bû. Nûha jî bûye taşerona çar dewletên kolonyalîst.
Dema ku ez/em ji projeyabûna PKKê ya dewletan qal dikin, bê wate nakin û wek gotin vê yekê neanîn ser zimên.
Ji bona ku PKKê zirarê bide neteweya kurd û hêjayiyên Kurdistanê her riyê bi kar tîne. Loma jî PKKê bes rêxistina ku şidet bikartîne, nîne. Em dibêjin ku proje ye.
Gelek taybetiyên PKKê yên din hene.
Manîpulasyon taybetiya PKKê ye. PKKê rastiya baravajî dike û serûbinî dike. Dema ku dibîne li Kurdistanê pêşketineke pozîtîf û erênî diqewime, PKKê wê qewimandinê bi awayekî din nîşan dide. Negatîf nîşan dide. Serê kesên li derûdora xwe tevlihev dike.
“Mejîşûştin” jî taybetiyeke PKKê ye. rêvebir û aqlê ku PKKê birêve dibe û îdare dike, bi tiştên beredayî û bi fikrên ku ne li fêdeya însana ne û krîmînal in, bi wan serê kurdan dadigrin.
Demagojîkirin jî taybnetiyeke PKKê ye.
Derew, taybetiyeke pirr aşkere û girîng ya PKKê ye. Di destê min de raporên gelek kesên ku ji PKKê veqetiyayî hene ku di wan raporan de tê gotin ku di PKKê de ji bona derewan bi taybetî perwerde dihat meşandin. PKKê, berpirsiyar û endam û hevalbendên xwe ji bona ku baş derew bikin, tên perwerde kirin.
Loma jî dema PKKê derew kirin, divê baş bê zanîn ku ew ji bona PKKê xwezayî ye. Em hemû kurd jî şahîdên mîlyonan derewên PKKê nî.
PKKê di van rojên dawî de di derbarê biraziya Salih Muslum Dalya Muslim de hemanmetoda derewîn meşand.
Wan got ku “Dalya Muslim. PFDKê teslîmî Dewleta Tirk kiriye.”
Rastiya vê mijarê di nav demeke kurt de derket û wezîrê hûndir yê Kurdistanê jî ew derewe bi zelalî ji raya giştî ya Kurd re diyar kir.
Rastî ew e ku “Dalya Muslim , biraziya Salih Muslim ji nava refên YPGê reviya û xwe radestî Tirkiyekir. Medya PKKê wek hemû cara bi nûçeyên derew û dezenfarmasyonekî behsa vê pirsê kir û da xûyakirin ku PDKê Dalya Muslim radestî Tirkiye kiriye.
Lê di demek kin de hate fam kirin ku, medya PKKê derewa dike û Dalya Muslim bi daxwaziya xwe bi rîyên kaçax derbasî Tirkiye bûye û xwe radestî polîsan kiriye.
Selamî Yilmaz ciwanek ji bakurê Kurdistanêye û tevlî refên YPGê bibû. Di nava YPGê de Dalya nasdike û pêwendiyek taybet di navbera Yilmaz û Dalya de çêdibe. Ew hij hevdikin û bi hevre biryar didin ku ji nava refên YPGê birevin û hevre bizevicin.
Bi vê mebestê derbasî başûrê Kurdistanê dibin. Herdu li cihekî dimînin. Ewilê Selamî Yilmaz û paşre Dalya Muslim bi rêyên kaçaxî derbasî Tirkiye dibin û li bajarî Mersînê bi rêya malbata Selamî xwe radestî polisan dikin.”
Divê ku hemû kurd li hemberî derewên PKKê şiyar be. Dema PKKê tiştek pêşkêş kir, her kurdek divê deh caran bi îxtiyat wê mijarê ji çav derbas bike, pişt re bigihîje encamekê.
Gelek aşkere ye k udi PKKê de derew çandek e, rastî neasayî û awarte ye.

DERSÎM Û HOZAT Û OVACIK…
Wek tê zanîn Dersîm di dilê kurdan de xwediyê ciyekî gelek taybet e. Ew taybetbûna Dersîmê ji dîroka wê û ji qetlîama wê tê. Dewleta Tirk, her çiqas li Dersîmê serhildan jî tune bû, ji bona ku Dersîmê teslîm bigre û otonombûna Dersîmê ji holê rake, demeke dirêj ji bona Dersîmê plan çêkir û ew plana meşand.
Dewletê baş dizanî ku Dersîm bi hêsanî dest ji azadiya xwe û ji otonombûna xwe bernade. Loma jî dewletê plankir ku bi qirkirinê dikare Dersîmê teslîm bigre. Senaryo bi wî awayî hatibû nivîsandin û bi awayî jî hat cî bi cî kirin.
Dersîm welatê serokê neteweyî yê Kurdistanê Seyîd Riza ye. Dema ku mirov dikeve nav axa Dersîmê li bin her zinerekî û li ser her çiyayekî Seyîd Riza derdikeve pêşiya mirov. Dengê wî yê bilind dikeve guhên mirov.

Loma Dersîm ciyekî taybet e. Ez jî dema ku derfet dibînim, ez diçim ew axa pîroz ziyaret dikim.
Wextekê rojnameya Tarafê bi min re hevpeyvînek çê kir. Pirseke wan ew bû ku “heger tu careke din bihatayî dinyayê tê li ku jiyana xwe bidomand e.
Bersîva min gelek zelal û vekirî bû. Min gotû bû ku “heger ez jinûve bihatam dinyayê min jiyana xwe li Dersîmê didomand.”
Ez û Kek Yaşar Karadogan di 20.07.2020an de em çûn Hozatê. Malbata krîvê min û damezrênêrê DKPê û HAK-PARê Mehmet Celal Baykara ji Hozatê ye. Ew ji Stenbolê çend roj beriya ku em biçin Hozatê ew jî hatibû Hozatê.
Me biryar da ku em li Hozatê hevûdu bibînin. Tesaduf e ku Kek Yaşar Karadogan jî ji Engilîstanê hatibû, em bi hev re çûn Hozatê..
Piştî em çûn Hozatê, ji wir jî em çûn Ovacikê Yaşar karadogan got ku “ez hatim min heca xwe kir.”
Me beriya gelek salan heca xwe kiribû.
Di şertên koronoyê de jî, me ji bona Dersîmê rîsk girt ber çevan.
Em ji Hozatê çûn Ovacikê jî.
Me li wir jî dostê min ê hêja nivîskar û rojnamevan Mehmed Yurek re jî danûstandin kir. Dema ku mirov biçe Ovacikê li ber Mûnzûrê rûniştinê neke nabe. Li ber Mûnzûrê qelî û masî nexwe jî nabe..
Li ber Mûnzûrê dîrok qise nekirin jî nabe. Me li ber Mûnzûrê Seyîd Riza, qetlîama Dersîmê, şervanên Dersîmê, rêxistin û partiyên terorîst û krîmînal yên di van salên dawî de li ser serê Dersîmiyan bûne beleke mezin, bi awayekî mijara Şehîd Seîd Elçî û Dr. Şivan jî hat qise kir.
Mûnzûrê herikandina xwîna kurdan anî bîra me.
Em gelek bi kêfxweşî çûn, hezar nixabin bi xemgînî vegeriyan.

Diyarbekîr, 24. 07. 2020

Îbrahîm GUÇLU
([email protected])

Bê nêrîn

Nerîna min :