Polîtîk

Artêşa Tirkiye li neh cihên Başûrê Kurdistanê bicîhbûye

Artêşa tirkiye li neh cîh û û bilindahiyên stratejiyên devera Biradost ya parêzgeha Hewlêrê bi cîh bûye, niha tenê heft km ji bajarokê Sîdekan ve dûre. Heta niha jî rûberê çar hezar donim, rez û baxên navçeyê ji ber şerê PKK û tirkiyê ve şewitiye û ji navçûye.

Rojane tirkiye bi top û firokeyan keda gundî û xelkê Başûrê Kurdistanê dişewitîne. Her wiha hindî diçe metirsiyên wan zêdetir dibin û hejmara gundên valakirî zêdetir dibin. Tenê îsal 20 gund li tixûbê Sîdekan hatine valakirin.

Back to top button