Peywendiya Ewrupa li gel Kurdistanê li asta dewleteke serbixwe daye

Li yek heftiyê da çendîn Wezîrên Derveyê welatên navçeyê û cîhanê serdana paytexta Kurdistanê kirin û li gel serkirdayetiya siyasiya Kurdistanê civiyan. Şarezayên navdewletî jî dibêjin, yekgirtiya navxweya Kurdistanê hebê, li van guhertinên ku têne pêş, Hikûmeta Kurdistanê dikarê wekî dewleteke serbixwe muamele bike.

Têbîniya welatên Ewrupî ya li ser Kurdistanê gelek başe û pewendiya Yekîtiya Ewrupa li gel Kurdistanê li asta dewleteke serbixwe daye.

Ji Amerîkayê Celîl Azadîxwaz şarezayê peywendiyên navdewletî ragihand, Herêma Kurdistanê li rewşeke geşbûnê daye, hatina Wezîrê dewletên herêmî û navdewletî wekî Îran û Fransa û Fînlanda, Holanda, serdana wan ya Kurdistanê û civîna wan ya li gel berpirsên bilindên Herêma Kurdistanê, nîşana eweye welatên Ewrupayî têbîniyeke gelek baş li ser Kurdistanê heye û peywendiya Yekîtiya Ewrupa li gel Kurdistanê li asta dewleteke serbixwe daye.

Her wiha balkişand li ser wê yekê ku Amerîka herdem bi eşkere piştevanê Hikûmeteke Kurdistanê ya bi hêz kiriye li Iraqê da. Bi giştî Amerîkî piştevaniya Kurdistanê dikin, nêrîneke girîng û stratejî ji bo pêgeh û kiyana Kurdistanê de heye.

Nerîna min :