Cîhan
Elî Kerîmî û 4 hevkarên wî hatin binçavkirin
Hunermend Elî Kerîmî û 4 hevkarên wî ji ber çêkirin û weşandina klîpek bi Kurdî li Îranê hatin binçavkirin.
Piştî ku klîba hunermend Elî Kerîmî ji bo strana wî ya bi navê Welat li Bakurê Xorasanê belav bû, hat ragihandin ku 4 hevkarên wî yên ku di çêkirina wê klîbê de cîh digirin hatin binçavkirin.
Li gor hatiye ragihandin, piştî belavbûna klîpa li Bakurê Xorasanê; hunermend Elî Kerîmî, Endezyarê deng û rêveberê studyoyê Hasan Taghîzade, hilberîner Elî Delfaraz, rêveberê hilberînê Huseyîn Fîrûze û operatorê kamerayê Celal Barat Zadeh ji aliyê yekîneyên îstîxbarata herêmî ve hatin binçavkirin.
Herweha Studyoya Taghîzade ya ku li bajarê Îsfarayînê vîdyo lê hatiye kişandin ji aliyê pasdarên Îranê ve hatiye mohrkirin.