Polîtîk

Bakirhan li meclîsê bi Kurdî axivî: Em dixwazin zimanê Kurdî bibe zimanê fermî

Di civîna koma partiya DEM de ji bo minasebeta 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê Hevserokê Giştî yê DEM Tûncer Bakirhan bi Kurdî axivî.

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) Tûncer Bakirhan, di civîna heftane ya Koma Meclîsê ya partiya xwe de rojev nirxand. Bakirhan bi minasebeta 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê axaftina xwe bi Kurdî kir. Bakirhan, bi bîranîna Cegerxwîn, Baba Tahir, Ehmedê Xanî, Apê Musa, Mehmed Uzun dest bi axavtina xwe kir.

‘Zextên li ser Kurdî zêde bûne’ 

Bakirhan, anî zimên ku ji roja avabûna Komarê heta niha zextên li ser Kurdî zêde bûne û got: “Di nava 100 salan de ev welat veguherî goristana çand û zimên. Me bi hezaran kaset û pirtûkên Kurdî di bin axê de veşartin. Li ser dîwarên zindanan û niha jî li ser dîwarên dibistanê jî “Tirkî biaxive, pir biaxive” hatiye nivîsandin. Kurdî li dijî asîmîlasyonê rawestiyaye û heta îro hatiye. Ji dema ku AKP bûye desthilatdar û heta îro hewl daye ku Kurdolojiya alternatîf ava bike. Li zanîngehan Beşê Zimanê Kurdî hat vekirin. Yên qedandin bêkar man. Mamoste nehatin tayînkirin. Dersên hilbijarte dest pê kirin, TRT6 vebû. TRT6 ji sibê heta êvarê heqaretê li zimanê me dike“.

‘Em ne li dijî dersên hilbijarte ne’ 

Bakirhan, dawî li nîqaşên dersa bijarte ya Kurdî anî. Bakirhan got: “Em ne li dijî dersên bijarte yên Kurdî ne. Piştî darbeya qeyûman êrîşên li ser Kurdî zêde bûn. Radyo, weşanxane û kreş hatin girtin. Piştî qeyûm tayînî şaredariyên me kirin, sembolên zimanê Kurdî jî desteser kirin. Enstîtuya Kurdî ku di salên 90î de nehat girtin, di serdema hikûmeta AK Partî-MHP de hat girtin. Em ne li dijî dersên hilbijarte ne. Lê em ji vê nîqaşa sedsala 20. şerm dikin. Em eşkere dibêjin ku buhar bi gulê nayê. Mafê ziman mafekî rewa ye. Em dixwazin zimanê Kurdî bibe zimanê fermî”.

Back to top button