Hevpeyvîn

Elçi: Bila sînorên Kurdistanê zelal bin

Partiya Demokrasiya Beşdar (KADEP) jî yek ji wan rêxistinên kurdan li bakurê Kurdistanê ye ku di referendûma borî de, li ser guhertina 26 xalên destûra Tirkiyê, got “têr nakê, lê erê”. Ji bo çareserkirina pirsa kurd li bakurê Kurdistanê, KADEP sîstema federaliyê maqûl dibîne. Di vê derbarê de Elçî bersiva pirsên Rûdawê dide:
 
Rûdaw: Tiştê hûn dibêjin wek sîstema eyalet an ji otonomî ye. BDP jî dibêje “Otonomiya Demokratîk”. Hûn çima bi BDPê re li ser konseptekê li hev nakin?
 
Şerafettîn Elçî: Rast e, BDP dibêje “Otonomiya Demokratîk”, lê Otonomiya Demokratîk tê çi wateyê, daxwazên wan çi ne, ne zelal e. Di lîteratûra siyasî de Otonomiya Demokratîk nîne. Otonomî çî ye, ew zelal e. Otonomî wek federasyon şeklekî îdarî ye û li ser heremekê tê tetbîq kirin, ango bi axê ve girêdayî ye. Hukimê xwerêvebirina heremî ye. Lê Otonomiya Demokratîk ku BDP tîne ziman, ne bi îradeya BDP’ê hatiye qebûl kirin. Ew projeya Abdullah Ocalan e. Abdullah Ocalan heta niha çend caran fîkra xwe guheriye. Ew îro dibêje Otonomiya Demokratîk, lê dîsa dibêje Otonomiya Demokratîk ne li ser esasê herêmekê, ne li ser esasê etnîkî ye, lê li ser çi esasî ye ne zelal e. Gava BDP daxwazên xwe zelal bike, em bizanibin vekirî ji bo kurdan çi dixwazin, em ê piştgirî bidin daxwazên wan yên rewa, çima na. Em sîstemek federal peşniyar dikin, sîstema federal çi ye, di hemû dinyayê de zelal e.  Em dixwazin li ser axa xwe desthilatdar bin, ango herema xwe kurd bi xwe îdare bikin. Em sîstemek wek sîstema Îraqê dixwazin.
 
Bila sînorên Kurdistanê zelal bin
 
Hûn dibêjin bila sînorên Kurdistanê zelal bin?
 
Helbet divê sînorên Kurdistanê zelal bin. Gava te Hukimê xwerêvebirênê, ango otonomî xwest, divê zelal be tu ji bo kîjan herêmê, kîjan axê otonomiyê dixwazî. Gava sînor ne zelal bin, mirov li ku otonomiyê bikar tîne? Lê Otonomiya Demokratîk ku BDP’ê aniye rojevê ne zelal e, ji bo kîjan sinoran ew dixwazin, ne jî zelale ew îdareyek çawa dixwazin. Weke min berê jî got projeya BDP’ê ne diyar e.
 
Dîsa jî hin nivîskar girseya BDP’ê digrin ber çawan û BDP’ê wek temsîlkarê kurdan dibînin. BDP temsîlkarê kurdan e?
 
Na, ti car yek partî nikare netewekê temsîl bike. Her partî encax dikare endamên xwe, alîgirên xwe temsîl bike, lê ne hemû netewe. Li Tirkiyê jî yek partî temsîla hemû Tirkan nake. AKP ewqas bi hêz e, lê dîsa jî temsîla hemû Tirkan nake, tenê temsîla qismeke Tirkan dike. Partiyên din jî hene, ew jî temsîla qismek Tirkan dikin.
 
“Beriya Kongreya Netewî, yekîtiya Bakur pêwîst e“
 
Van rojên dawî hevserokên KCD Ahmet Turk û Aysel Tugluk ji bo hevdîtinan çûn Kurdistana Başûr. Ew dixwazin kongreyek netewî pêk bînin. Li ser vê yekê kes bi we re peyivî? Helwesta we çî ye?
 
Di pêkhatina yêkitiya kurdan de xêra hemû kurdan heye. Em her tim yêkitiya kurdan dixwazin. Lê her parçeyê Kurdistanê xwedî taybetmendiyên xwe ye. Serokê dewleta Îraqê birêz Mam Celal û serokê Kurdistanê birêz Kek Mesûd li ser vê babetê çi difikirin, çi bersiv dayê wan, ez jê ne agahdar im. Lê ez ne bawerim ku li Hewlerê bikaribe kongreyek netewî pêk were. Beriya kongreya netewî divê kurdên bakurê Kurdistanê di nav xwe de yekîtîyekê pêk bînin. Gava kurdên bakur di nav xwe de yêkîtiyê pêk neyînin, biçin bi kurdên başûr re, bi kurdên rojhilat re, bi kurdên rojava re li yêkitiyê bigerin, ew ne realîst e.
 
PKK’ê biryara agirbesta xwe dîsa dirêj kir. Hûn vê biryarê çawa dinirxînin?
 
Helbet em helwesta agirbestê rast dibînin, lewra em çareserkirina pirsgirêka kurd ne di pevçûnê de, di dîyalog û danûstandinê de dibînin. Em di serî de bi usulên siyasî-demokratîk tekoşîna xwe dimeşînin. Lê dirêjkirina agirbestê ne rawestandina şer e. PKK’ê heta niha çend caran agirbest îlan kiriyê, lê şer nehatiye sekinandin. Lewra ji bo sekinandina şer divê hêzên çekdar ji hevûdu dûr bikevin, ango neyên pêşberê hev ku di nav wan de pevçûn pêk neyê. Agirbest hebe jî, gava hêzên çekdar hevûdu dibînin, dîsa di nav wan de pevçûn pêk tê. Lewra arteşa Tirk ti car biryara agirbestê nade. Ji ber wê gava ku PKK biryara agirbestê digre, dive hêzên wê yên çekdar ji Arteşa Tirk dûr bikevin. PKK divê daxwazên xwe zelal bike. Lê ji bo pêkanîna aşitî divê tiştên ku dikarin werin cîh, bên daxwaz kirin. Dewlet ji divê hewl bide ku gavek zû şer were rawestandin, aşitî pêk were. Ji bo pêkhatina aşîtiya berdewamî divê dewlet daxwazên kurdan yên bingehîn qebûl bike. Gava daxwazên kurdan yên bingehîn bi cîh neyên, paşê dîsa şer dikare dest pê bike. Divê were zanîn ku çareserkirina pirsgirekên netewî pir zehmet e, ne hêsan e, demek dûrûdirêj divê. Ji ber wê divê hemû alî berpirsyariyên xwe bizanibin û li gor wê helwestê bigrin.
 
“Di nav PKK’ê de jî çete hene“

 
Her dema ku PKK şer radiwestîne, rewş aram dibe, bûyerên wek Tokat, Dortyol û Colemêrgê pêk tên.
 
Wek ku tê zanin di nav dewletê de çete hene û ew hertim şer û tundiyê dixwazin. Lewra desthilatdariya wan, jiyana wan di berdewamiya şêr de ye. Ew çete niha bi navê Ergenekon tên bi nav kirin. Her wisa di nav PKK’ê de jî çete hene. Di herdu aliyan de jî ew çete naxwazin ku aramî, aşitî pêk were, naxwazin pirsgirêka kurd çareser bibe. Di nav PKK’ê de jî PKK’yek veşartî, PKK’ya qirêj heye. Abdullah Ocalan jî di daxuyaniya xwe ya dawî de balê dikşînê ser çeteyên ku di nav PKK’ê de hene.  
 
Ji bo rawestandina şerê çekdarî ti tişt nakeve stûyê we?
 
Helbet tiştek em ji bikin hene. Xizmetek bikeve ser milê me, em amade ne. Lê mixabin tesîra me nabe.
 

Hevpeyvîn: Seyîdxan Kurij/Rudaw

Back to top button