Siyasetmedarên Iraqî rekora cihanî bidestxistin
Ew rekor di darbarê tinekirina rojane ku xabatên li ser avakirina hikûmetêye.
Xwediyê rekora berê di sala 1977an de ji bo avakirina hikumeta koolisyonê Hollandayêye. Siyasetmedarên Hollandî jî 208 rojan tinekirîbûn.
Ji hilbijartinên Iraqê û heta niha 209 roj derabs bûye.
Di 7ê adarê de li Iraqê hilbijartin hate çêkirin û ta niha hikûmet nehatiye sazkirin. Pisporên siyasetê jî da zanîn ku ji bo avakirina hikûmeta Iraqê gelek wext hene.
Duhenî koolîsyona Şiî daxuyaniyek da bûn ku ji bo Serokwezîriyê Nurî El Malikî lihevkirine.
Lê ji bo Serokwezîriya Nurî El Malikî ji xeynî koolîsyona Dewleta Hiqûq û itîfaqa Şiiyan , pêwîste ku 4 dengên parlamenterên dî jî peyda bikin.
Serokê gruba Listî El Iraqiye Îyad Allawî jî dijîtiya serokwezîriya Nûrî Malîkî dikin.
Îyad Allawî pirtir dengên Erebên Sunî girt û di parlementoya Iraqê de xwedî 91 parlamentere. Li Eniya Malikî jî 89 parlementer hene.