Nivîsar

Elçî bêwijdaniyan dike û rastiyan wedişêre

Beriya ku Şerafettîn Elçî di malper û rojnameya Radîkalê de ji Ezgî Başaranê re bibêje ku “PKKê tenê xayin û îtîrafkarên ji xwe veqetiya dikûje, dest nade mixalifên derveyî xwe”, ew nêrînê xwe di rojnameya Zamanê de anî ser zimên.

Dema ku Elçî ew nêrîna xwe anî ser zimên, di nav siyasetvan û rewşenbîrên kurdan de niqaşeyê dest pê kir. Her kesê ku tevgera kurd û PKKê nas dike, xwediyê wîjdan in, raste rast li hemberî ev nêrîna Elçî diyar kirin ku “ ew helwesta Elçî bêwîjadiyek mezin û hesabekî şexsî yê kêsperestî û rastî manîpule kirine.”

Wûsa diyar dike ku piştî hevpeyvîna wî ya Radîkalê dê zêdetir ev pirsa niqaşe bibe û di heman dem de ev helwesta wî dê li ser nasnameya Elçî jî, şirove û lêkolînên nû bîne holê.

Di pirsa we de du xalên girîn hene, ez dixwazin ew du xalan cûda û bi zelalî bersîv bikim.

Mijara yelkemîn nêrînên Elçî yên di derbarê PKKê de ne: Elçî, di destpêkê de dipejirîne û qebûl dike ku PKKê kurd kuştine. Ew kurdan, gorî PKKê kurdên xayîn û îtîrafkar in. Yanî gora Elçî, kuştina ev kurdên ji aliyê PKKê de xayin û îtîrafkar hatine îlan kirin, rewa ye.

Ez gelek aşkere dikimn û divê baş bê zanîn ku kuştina wan kurdan jî ne rewa ye. Lewra ew kesên ji aliyê PKKê de xayin û îtîrafkar hatine tespît kirin, gelo gorî kîjan hiqûqê û kîjan nêrîne hatiye tespît kirin?  Ev mijarek gelek girîng e.

Wek tê zanîn PKKê her rêxistinek û kesek û ktaegoriya civakî ya Kurdistanê xayîn terîf kiriye û dike. Manîfestoya wê ya damezrênêrî di vê mijarê de gelek vekirî ye. Ev manîfestoya jî diyar dike ku PKKê di nav xwe de û ji derveyî xwe gelek mixalîf (hûn van kesan kurdên dilsoz û dozgerên Doza Kurd û Kurdistanê fahm bikin) kûştiye. Ezê van kesan di rêzên jêrin de bi beşekî biçûk bi nav bikim.

Wûsa xuya ye ku Elçî, an ji daxûyaniya Ocalanî ya di dadgehê de ne agahdar e, an jî bi zanatî ji bona berjewendiya xwe naxwaze ev daxuyaniya Ocalanî bibîne. Ocalanî bi xwe di dadgehê de diyar kir ku ji 15 hezaran zêdetir kurdên mixalîf ji aliyê  PKKê de hatiye kûştin.

Pİrsa girîng: Gelo Elçî di vê pirsê de bi giştî nezan be? Bersîva vê pirsê “erê” nîne. Lewra heger Elçî qet tiştekî nizanibe, di dema avakirin û piştî avakirina Partiya Girseyî ya Demokratîk (DKPê) de, ew kesên ji DDKDê, Rizgarî û Ala Rizgariyê, KUKê, PDK a Tirkiyeyê, KAWAyê damezrênêr û endam bûn, ez baş dizanim ku bi sedan caran bahsa vê yekê ji wî re kirine. Wî jî ew nêrînan pejirandiye û bi xwe jî di gelek platform û hevpeyvînên xwe de diyar kiriye.

Em vê yekê bidin aliyekî, ew baş dizane û gelek caran Serokê Dewleta Federe ya Kurdistanê Mesud Barzanî û berpirsiyarên Başûrê Kurdistanê yên din, ji wî re qal kirine û di derbarê vê pirsê de rapor nivîsandine û Elçî jî xwendiyê, ku ji aliyê PKKê de 3500 pêşmerge hatine kuştin; li Başûrê Kurdistanê gund û pir hatine dinamît kirin.

Dîsa Elçî baş dizane ku piştî sala 1984-an PKKê xwastiye ku berpirsiyarên PDK a Iraqê ya Liqa Yekemîn (Dr. Cercîs û hevalên wî) bi tevayî bikujin: Ew xeteriya ji aliyê endamekî Komîteya Navendî ya PKKê de piştî ku xwe teslîmî partiyê kiriye,  deşîfre bû.

Em neçin demên berê, beriya vê çend salan li Amedê Hîkmet Fîdan û li Başûrê Kurdistanê Faysal Dumlaci (Kanî Yilmaz) ji aliyê PKKê de hat kuştin,

Elçî jî li Tirkiyeyê dijî. Çapemeniya tirk û kurd bi firehî qala ev bûyerên trajîk kir. Îhtîmalek a mezin heye ku çapemenî di derbarê van bûyeran de ji Eklçî jî pirs pirsiya bin û wî jî bersîv dabe.

Divê Elçî ev karên PKKê yên nemirovane bizane. Heger nizane ew tê wateyê ku Elçî siyaseta kurd nake û li Tirkjiyeyê najiye! An jî ji bona berjewendiya xwe, ji rastiyan çav digre û bêwîjdanî dike.

Li Bakûrê Kurdistanê piştî ku Apoyî wek grubek derketin holê û piştî ku bûn partî, rojeva girîng ya rêxistinên Kurdistanê ya nehatiyeguhartî her dem kûştînên PKKê bûne. Ew pirsa ji aliyê rêxistinên Bakûrê Kurdistanê, siyasetvan û rewşenbîrên Kurdistanê de 35 sal in ku tên nivîsandin. Ew beşek serok, qadro, endamên rêxistinên Kurdistanê; endamên PKKê yên mixalîf; pêşengên civatê û endamên partiyên çep yên tirk yên ji aliyê PKKê de hatine kûştin, min di  Komîsyona Meclîsê  de bi devkî û niviskî anı ser zimên.

Bi deh salan e ku tê nivîsandin ku Mustafa Çamlibel (Riya Azadî), Mehmet Uzun û Alî Kinacik (Têkoşîn),  Ferît Uzun (Serokê Kawa), Mehmet Çakmak ((TKP), kûştina pênç parçaciyan, Zahît Kaplan (DDKD), bi dehan hevalên KUKê; Ji PKKê: Mehmet Turan, Murat Bayraklı, Suphî Karakuş, Zilfî Gok, Enver Ata (Batmanî-Li Swêdê bajarê Uppsalayê),  Îzzetın Evcîl, Çetîn Gungor (Dersîmî- Endamê Komîta Navendî- Li Stockhholmê), Evdillah Kumral, Resul Altıok (Bîngolî/Çewlik-Endamê Komîteya Navendî), Parêzer Mahmûd Bîlgîlî (Li Hollandayê), Mehmet Tunç, Mistefa Omurcan û çar hevalên wî, Şahîn Balîç, Mistefa Çîmen, Osman Tîm, Mehmet Çîmen, Mehmet Şener (Batmanî-Endamê Komîteya Navendî-Li Qamişliyê), Sîpan Rojhelat, Kemal Şahîn, Hîkmet Fîdan, Kanî Yilmaz, Eyûp Kemal Atsiz (DDKD-Danîmarka), Mistefa Tanguner (DDKD-Danîmarka), Emînê Wîranşehrî (Hollanda-Ala Rizgarî), Remazan Adiguzel (Riya Azadî- Fransa), Ali Aka Gunduz (Riya Azadî- Elmanya);  gelek kesên partî û grubên çep yên tirkan; gelek pêşengên civakê yên kurd li Niseybînê, Sîweregê, Hîlvanê, Çolemergê, Dersîmê, li hemû bajarên  din yên Kurdistanê hatine kuştin.

Min hîn duho raporek amade kir ji reya giştî û çapemenî re rêkir, di vê raporê de bi sedan kurdên hatine kûştin û komkujiyên PKKê tên ser zimên.

Gelo baş e Elçî ji kûştina van kurdan ne agahdar e, lê ji kûştina keça Mala Baksiyan  Lamia Baksî jî, xwişka Lutfî Baksî ku ew cîgirê Elçî ye jî, ne agahdar e?

Gelo madem ku Elçî nezan nîne û siyasetvanekî kurd e û di vê merheleyê de seroké giştî ya KADEPê ye, çima van rastiyan vedişêre?

Ev pirsek gelek girîng e.

Dema ku di Zamanê û Radîkalê de nêrînên Elçî min xwendin, ji bona min xerîb nehat. Lewra piştî ku Elçî bû bernamzetê mebûsî ya BDPê di nêrînên wî de guhertin çêbûn. Ew gûhertina gûhertinek xwezayî nebû. Her kurdekî jî ev gûhertina bi awayekî ne asayî binav û terîf kir. Piştî ku bû mebûs êdî bi her wawayî ket bin xizmeta Ocalan û PKKê. Dengê xwe li hemberî PKKê birî. 

Sedema vê ya yekem û xuyayî ew bû, ku Elçî ji bona berjewendiya xwe doza xwe firot û teqla avêtibû.

Lewra dema ku jiyana Elçî ya siyasî ji çav bê derbas kirin û lêkolînek bibe, gelek aşkere tê dîtin ku Elçî ji bona berjewendiya xwe ya parlamenterî Doza Kurd û Kurdistanê dide bin lingan. Wek tê zanîn Elçî dema ku tevgera milî ya Kurdistanê di sala 1974-an de di şertên gelek dijwar de pêş diket û xwe rêdixist, ew di sala 1977-an de di partiya Adaletê ya Demîrel de bû mebûs. Pişt re CHPê ew kirîn, ew di hikûmeta Ecewît de bû wezîr. Dema ku DKPê ava bûbû, Elçî gelek bi rehetî çû di partiya qesasder ya kurdan CHPê de li Şirnaxê bû namzetê mebûsî. Pişt re di partiya Erbakan de xwest ku bibe namzetê mebûsî, ev helwesta wî di nav partiyê de bû pirsgirêkên mezin. Piştî salên 2002-an jî piştgiriya Partiya AKê kir. Heger Partiya AKê ji bona mebûsî pêşniyar ji wî bianiya, wî yê sedî-sed bi kêfxweşî qebûl bikira. Lewra nameya wî ya pesna Teyyîp Erdogan dide, wî wek pêxember dibîne, nîşana vê yekê ye. 

Sedema duyemîn jî ew bû ku di hilbijartina giştî de Dewleta kûr ya Kemalîst (Ergenekon û rêxistinên wek wê) ji bona ku PKKê xurt be û Partiya AKê qels bikeve, projeyek çêkir, ku hemû kurd di PKKê de cîh bigrin û li derûdora PKKê bicivin. Ji derveyî PKKê mixalefeta kurd nemîne. Elçî encama vê projeyê bû namzetê BDPê.

Lewra di heman dem de ji bona ku alternatîfek xurt ya kurd derkeve holê, Elçî û hemû grubên din yên kurdan (Bizava Partiya Kurdistanê, KADEPê, Lêgerînê, Tevgera Kurd a Demokratên Şoreşger) bi hevre xebatek dimeşandin. Bi HAK-PARê re jî din av pêwendiyan de bûn. Elçî hîç ji wan terefan nepirsiya, çû bû namzetê BDPê û ew xebata prowake kir.

Mijara duyemîn, hatine Kemal Burkay ya Tirkiyeyê projeya dewletê û hikûmetê ye, an na: Rewşek gelek aşkere heye ku hikûmet ji bona ku kurdên siyasetvan û rewşenbîr yên li Ewrupayê dijîn vegerin Tirkiyeyê hewil dide. Di vê çarçeweyê de wek kesekî navdar Kemal Burkay jî bala hikûmetê di dereca yekem de dikişand. Lewra ew jî wek serokekî kurdan dihat nas kirin, nivîskar û helbestvan bû. Siyaseta wî jî, ji serî de Tirkiyevî û nerm bû. Heta di demên bihurî de hikumetê din jî daxwaz kirin ku Kemal Burkay vegere Tirkiyeyê, ew venegeriya.

Hikûmetê wek di çapemenî de jî aşkere bû bi Kemal Burkay re eleqeyek taybet danî. Lê Kemal Burkay di destpêkê de li vegerê germ mêze nekir. Piştî demekê Kemal Burkay qane bû û cesaret wergirt ku vegere Tirkiyeyê.

Ev biryara wî beriya hiljartina giştî bû. Wî ji bona ku spekulasyon nebin, beriya hilbijartinê venegeriye. Lewra wê demê dihat qal kirin ku Partiya AKê dê namzetiya mebûsî teklifî Kemal Burkay bike.

Ez di baweriyê de me ku Kemal Burkay ji bona ku pêşiya van spekulasyonan bigre, beriya vegere Tirkiyeyê diyar kir ku dê siyaset neke. Lê piştî ku vegeriya welêt eleqeyek ji wî re hat nîşan dan û beşek hevalên wî yên kevn yên Riya Azadî jî ew qane kirin, Kemal Burkay biryar da ku siyaset bike.

Di vê hercûmercê de eleqeya Partiya AKê ji Kemal Burkay re, vegera Kemal Burak ji aliyê min û ji aliyê gelek kesan de wek projeya hikûmetê hat şirove kirin. Lê piştî ku Kemal Burkay diyar kir ku projeyeka wî taybet û mezin tune ye, amade ye ku di HAK-PARê de siyaset bike, ev nêrîna gor baweriya min pûç bû.

Ji aliyê din de siyaseta Kemal Burkay ya Partiya AKê li hev kirin, girêdayî Tirkiyevî bûna wî ye. Wek tê zanîn beriya 12 îlona 1980-yî jî Kemal Burkay û hevalên wî piştgiriya CHPê kirin. Mimkune ku di vê çerçeweyê de pêweniyên wî û hikûmetê dom bikin.

Kemal Burkay wek tê gotin piştî ku vegeriya Tirkiyeyê û girêdayî helwesta hikûmetê helwesta wî li hemberî PKKê nehat guhertin. Kemal Burkay bi dehan salan e ku PKKê rexne dike û diyar dike Ocalan mirovê dewletê ye.

Her çiqas dem-dem girêdayî hesabên siyasî di ev helwesta wî de gûhertin çêbibin jî, nêrînen wî yên esasî nehatin gûhertin. Dem-dem xwest ku bi PKKê re tîfaq bike. Loma jî bi salan rexneyên xwe yên li hemberî PKKê dan rawestandin. Dema hat Tirkiyeyê jî, li hemberî PKKê helwesta wî gelek nerm bû. Loma jî çû Serokê Şaredariya Mezin a Amedê Osman Baydemîr ziyaret kir. Baydemîr jî, li rûyê wî ew bi awayekî gelek ustatî rexne kir.

Di helwesta wî ya nerm de tîfaqa hevalên wî bi BDP/PKKê re jî rolek dilîst.

Amed, 06. 02. 2012

Îbrahîm GUÇLU
([email protected])

Back to top button