Polîtîk

PDK û Ak Partî li Enqere civiyan

Berpirsê Partiya Demokrat a Kurdistanê Hêmin Hewramî û Cigirê serokê Ak Partiyê Omer Çelik hevdîtinek pêkanîn. Hevdîtin li Enqere avahiya Ak Partiyê pêkhat. Piştî hevdîtinê Hewramî û Çelik konferansek rojnemevanî de di derbarê vê hevdîtinê de dîtinên xwe gotin.

Çelik da xuyakirin ku ew girîngiyek taybet didin pêwendiyên PDK-ê û Ak Partiyê. Herweha çelik da xuyakirin ku ew li ser navê Ak Partiyê di kongreya PDK-ê de amade bibû. Çelik got ku dema Tayib Erdogan serdana Hewlêr kirî hevdîtinên gelek girîng li gel Mesud Barzanî pêkanî. Çelik got ku niha jî me hevdîtinek di mistewayek bilin de pêkanî.
Omer Çelik got ku, Em di gelek waran de dixwazin pêwendiyên herdu partiya pêşvetir bibin.

Omer Çelik di vê derbarê de got: Dê ev pêwendî tene ne di navbera du partiyan de be.Dê rêxistinên me ya jina, ya lawan jî pêwendiyan pêşve bibin, armanc ewe ku insanên me behtir tevlîhev bibin. Em pêwendiyên çandî,civakî û siyasî hemûyê bi hevre dinirxînin.

Tirkiye gelek girîngiyê dide ewlehî, pêşveçûn û dewlumendiya Bakurê Iraqê. Em pirsên PDK-ê yên herêmê û hewldanên wan yên tevitiya Iraqê de girîng dibînin û pişgiriya wan dikin. Qonaxa ku di herêmê de bûyerên girîng pêktên, helwesta û stratejiya PDK-ê ya aşitîxwaz li herêmê û vizyona vê partiyê dibe mînakek ji bo gelek siyasetên din. Herî dawî kongereya kurdên Surî li Erbîlê û li wêderê helwesta serok Barzanî stratejiya wî ya aşitiyê ji bo nirxandina Suriye girîng bûye.

Di berdewambûna axavtina xwe de Çelik got:

Em li himber erîşên terorist yên PKK-ê helwesta desthilata bakurê Iraqê gelek girîng dibînin.Serokwizîrê me di derbarê îdara Malikî de helwesta Malikî ya ku zererê dide pêwendiyên navbera Iraqê û Tirkiye gelek vekirî dîtinên xwe gotin.

Ji bo ku Iraq bikaribe ji pirsgirêkên xwe çareser bike , em hatina serokan li ba hev gelek girîng dinirxînin. Barzanî dixwaze ev civîn li Erbilê pêkwerê. Em pişgiriya helwesta Barzanî dikin.
Emê pêwendiyên xwe yên her du partiyan gelek pêşdedir bibin.

Berpisê pêwendiyên dervê yê PDK-ê Hewramî, di axavtina xwe de got ku, Ji bo em pêwendiyên PDK û Ak Partiyê pêşvetir bibin hatinê Enqere. Peyamêm me ji bo aşitiyê û zêdetir demokrasiyê ye.

Hewrami di axvtina xwe de got: Em wek PDK ji bo çareseriya pirsgirêkên li Iraqê heyîn  dixebitin. Em hevl didin ku pirs li gora destura heyî bêne çareserkirin. Hêdî nabê li Iraqê desthilatdariya kesekî yan jî gurubekî hebê. Divê hemû grubên etnîkî di desthilatdariyê de cih bigrin. Ev yek dê Iraqê bi hêztir bike.

Hewramî behsa rolê Erdogan di herêmê de kir û got ku,ew gavên bi cesaret tavê je. Hewramî got: Em  bawer dikin ku divê kurdên Suri bi xwe mafê xwe yê çarenûsî bi karbînin. Mafê biryarê destê kurdên Suriye de ye. Li Erbilê dema inkarkirina kurdan bûriye.Li Suri jî bi şidetê dema çareserkirina pirsgirêkan bûriye. Em jî wek PDK dixwazin hemû pirsgirêk bi aşitî bêne çareserkirin.

Rojnemevanekî pirsek ji Hewramî kir.

Tê gotin ku Barzanî di newrozê de serxwebûna Kurdistanê radgihîne. Ev nûçe çikas rastin?
Hewramî: Ev nûçe ne rastin. Em li gora destura Iraqê beşek ji Iraqêne.

Rojevakurd

Back to top button