Polîtîk

Daxûyaniya Nûbiharê

Ji bo Çapemenî û Raya Giştî

 

Em wekî heqaret dibînin ku Cîgirê Serokwezîr Bülent Arınç li hember Perwerdehiya Kurdî derdikeve û dibêje Zimanê Kurdî ne zimanê şaristaniyê ye.

Kurd xwe li Rojhilata Navîn yek ji xelkê herî kevnar e û bi nifûsa milletê çarem e.

Di jiyana civakî de yek ji heqên bingehîn heqê bikaranîna zimanê dayikê ye.

Qedexekirina zimanekî, hem însanî nîne hem jî ne li gor dînê Îslamê ye ku Bülent Arınç jî mensûbê wî ye.

Kurdiya ku di malbata Hind-Ewrûpayê de cih digre biqasî ku tu kes texmîn nake dewlemend e.

Ew kesên ku di vî welatî de dijin û li ser Kurdan ji bilî îdîayên resmî tişteke din nizanin nikarin agahiyeke rast bidin û ew agahiyên bidin jî ji tiştekî baş re xizmetê nakin.

Ji sala 1992yan virde heta niha me wekî kovar û weşanxana Nûbiharê bi zimanê Kurdî bi hezaran cild weşan kiriye.

Em hikûmetê dawet dikin ku li hember perwerdehiya Kurdî astengan rake, dev ji heqaretên xwe berde û bi edaletê hereket bike…

 

Kovar û Weşanxana Nûbiharê

Back to top button