Ehmet Turk ji bo çi dixwaze bibe serokê şaradariya Mêrdinê

Şeredarê berê yê bajarê mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ji bo carek din bibe serokê şeredariya Mêrdînî serî li HDPê da. Di derbarê serlêdana xwe de Turk dibêje:Biryara dawî dê HDP û gel bide û vê hilbijartinê li dijî kiryarên desthilat û Qayuman pir girîng dibînin.

Ahmet Turk demek dirêj parlementeriya HDPê kiriye û herî dawî bû serokê şeredariya Mêrdînê. Lê sala 2016ê bi tohmeta pêwendiya wî ku PKKê re heyî ji kar hate dûrxistin û dewsa wî de Qayum hate tayin kirin.

Gelo eger sibehî di hilbijartinan de Turk bê hilbijartin , dê ji bo heman sedemê ji kar neyê dûrxistin? serokkomarê Tirkiye Erdogan ji berî demekî da xûyakirin ku, eger kesên ji HDPê bêne hilbijartin tu awayekî pêwendiya wan PKKê re hebe emê cardin dewsa wam Kayuma tayîn bikin.
Niha rewş vekirîye, başe mademkî Turk vê dizanê armanca wî çiye? ya din gelo dê HDP Turk wek berbijêrê xwe bide nîşandan?
Di medya kurdî de serlêdana Turk ji bo bibe berbijêr wek nûçeyekî hate dayîn, lê tu nirxandin li ser nehat kirin. Bi awayek din hilbijartina Turk tê wateya tayinkirina qayum.

Ya rast ewe ku HDP li herêmê kesayetek kurd û bêlayan û welatparêzekî ku bikaribe xizmeta Mêrdinî bingeh bigre nîşan bide. Bi van leyiztikên siyasî tenê kurd winda dikin û şaradariyek dibe qurbaniya siyaseta çewt.

HDP ji xwe daye xûyakirin ku ewê li 3 bajarên mezin pişgiriya berbijêrên CHP û IYI partiyê bikin. Başe mademkî hun bê qeyd û şert dikarin pişgiriya berbijêrên Tirk li bajarên Tirka bikin, ji bo çi hun nikarin li bajarên Kurdistanê berbijêrên kurd derêxin pêş ku tu pêwendiya wan PKKê re tunebe û bikaribin rastî xizmeta bajara bikin.

Tu cewaziyek navbera seroka IYI Parti Meral Akşener  û serokê MHPê Bahçeli de tuneye. Ew ziyniyeta ku bikaribe pişgiriya berbijêrê IYI Partiyê bike û nikaribe pişgiriya berbijêrên kurdên serbixwe bike çewe tê nirxandin?

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: