Nivîsar

Ehmed Kaya, Kurdperwer û stranbêjekî Nemir

Li 28.10.2013 mezintirîn xelata rewşenbîrî û hunerî ya Serok Komarê welatê Tirkiye ya sala 2013 ya di warê muzîkê de, dane stranbêjê Kurdperwer Ehmed Kaya.

10.02.1999 rojekî asayî nebû ji bo wî stranbêjê mezin, ji ber ku biryar dabû ew daxwaza xwe ya çendîn sale veşartîbû hewl da li nav dil û mejiyê xwe berdewam deng dide êdî derbixe û yekem hengavê bavêje.

Li wê rojê de festîvalekî hunerî li bajarê Stenbolê hatibû saz kirin, Ehmed Kaya yek ji wan hunermendan bû ku xelata hunermendî ya wê salê bi wî hate bexşîn.

Hunermend li dema wergirtina xelata xwe de li ser dik û sehneyê bi vî awayî axaftinekî pêşkêşî amadevanan kir (Li demeke gelek nêzîk de elbumekî nû berhem tînim û dixwazim stranek bi zimanê Kurdî li vê elbûma xwe de tomarbikim û paşê jî klîbekî jî ji bo wê derbixim ji ber ku hun jî dizanin bi regez ez kurê Kurdekî me û zimanê min ê dayikê Kurdiye. Ji bo wê yekê eger her derhênerek amade bê li gel min de kar bike xweşhal dibim).

Lê belê her li piştî temambûna axaftina wî, Ehmed Kaya rûbirûyê nerazîbûneke zêdeyê amadevanan bû û bi protesto û axaftinên kirêt ji hola festîvalê hate dûr xistin.

Piştî wê rojê, ku ji bo hunermend roja azadkirina bîr û raman û hêviyên wî bû, gelek bi tûndî ji aliyê dezgehên medyaya Tirkiyê ve êrîşkirin ser vî hunermendî ku tenê daxwaza gotina stranek bû bi zimanê Kurdî.

Ji bo wê yekê hunermend neçarbû welatê Tirkiye bi cîh bihêlê û biçe Ewrupa.

Tenê gunehê Ehmed Kaya dakokîkirina li ‌mafên rewayê gelê Kurd ya li perçeya Bakûrê Kurdistanê bû, bi sedema wan hemû zextan û êrîşên ku wiha li ser hate kirin, dilê wî mezin westiya bû û nekarî ji wê zêdetir xwe ragire heta ku sala 2000 li Parîsa paytextê welatê Fransa koça dawî kir.

Ehmed Kaya, li sala 1957 li bajarê Meletî ya Bakûrê Kurdistanê ji dayik bûye. Her ji wê dema ku bavê wî sazek diyariya wî kirin xwe fêrî jenîna saz kir û tevlî cîhana hunerê bû. Paşê karî bi gotina stranên evînî bi dengê xwe yê zelal cihê xwe li dilê hezaran gencê Tirk û Kurd vekir.

Kaya, xwedî nêzîkî 22 elbumên stranaye, lê belê ji ber qedexekirina bikaranîna zimanê Kurdî ji aliyê hikumeta wê demê ya Tirkiyê ve û aloziya rewşa siyasiya hikumetê beramber Kurdên Bakur‌, bi giştî ji wan 22 elbuman karî tenê yek stran bi navê (Karwan) bi zimanê Kurdî tomar bike.

Hêjayî gotinêye Kaya, li gelek stranên xwe de rexne li rewşa civakî û siyasiya gelê Kurd kiriye…

Gora te pir bi rewşen bê Ehmed Kaya…

Lîza Felekeddîn Kakeyî

 

Back to top button