Polîtîk

Ehmed: Entegrayonê HSDê gavek girîng e

Berpirsa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmed dibêje: “Danûstandinên di navbera nûnerên Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Sûriyeyê de bi awayekî erênî didomin.”

Ehmed got: “Armanca me ew e ku em li ser paşeroja Sûriyeyê lihevkirineka temam bikin, bi rengekê ku mafên hemî pêkhateyan misoger bike.”

Îlham Ehemed amaje jî da: “Yekkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi artêşa Sûriyeyê re wekî pêngava yekê ye ber bi avakirina artêşeka neteweyî ya yekgirtî ve, da ku hemî xelkê Sûriyeyê bê cudahî tê de parastî be.”

Berpirsa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser herwesa got: “Heke Tirkiye di pêvajoya aştiyê de rastgo ye, Rêveberiya Xweser amade ye û tekezê li ser tenahiya Sûriyeyê û deverê dike.”

Back to top button