Eger zazakî ne kurdî be!?

Çewa ku tê zanîn demek berê du pirtûkên dersê ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ve hatine amadekirn. Yek ji wan bi zaravayê kurmancî ye û yek jî bi zaravayê kirdikî (zazakî) ye.

Ew du pirtûk ji aliyê mamosteyên beşa Kurdî ya Zanîngeha Mêrdînê ve hatibûne nivîsandin.

Wezîrê Perwerdeya Tirkiyê rêzdar Emer Dinçer, roja 12.12.2012 li bajarê Çewlikê (Bingol) beşdarî di civîna ”Roja Bingoliyan a Dinyayê” de kiriye ku ji aliyê zanîngeha Bingolê ve hatibû kirin. Wezîr li ser herdu pirtûkan axaftina xwe weha domandiye:

”Dema ku me pirtû bi zazakî amade kiriye, me şaşî kiriye û me bawerî bi wan kesên ku pirtûkê nivîsandine anîbû. Lê belê sala were, em ê ji vê şaşiya xwe vegerin.”
Wezîr li axaftina xwe weha domandiye:
”Ev pirtûka ji bo dersê ku hatiye amadekrin, wek şaxekî zimanê Kurdî hatiye danasîn. Lê pirtûka ji bo sala ku bê dema were nivîsandin, zazakî ne wek şaxekî zimanê kurdî, lê wek wek zimanekî serbixwe em ê binirxînin.”

Ev axaftina Wezîr di salona Zanîngehê de bi çepikên gur hatiye pêşwazîkirin.

Zazakî Kendê û çima ji Zimanê Kurdî Cuda hatiye hesibandin?
Hêjaye ku bê gotin, mesela ku zazakî ne şaxekî zimanê kurdî ye û zimanekî serbixwe ye, ji aliyê hin ermeniyên nijadperest ve derketiye holê ku ango Zaza bi koka xwe Ermen in û ji bo ku ji Qetlîamê bifilitin bûne bisilman. Îcar ji bo ku di nava Kurdan de jî nehelin, xwe kirine Elewî.
Bi vê meselkê re Ermenan eynî siyaset li Kurdên Êzîdî jî bi kar aniye û Kurdên Êzîdî wek miletekî serbixwe dane nasandin, piştre jî dijminatiya Kurdên Bisilman kirine, zext li ser wan şidandine, berî rûxandina Yekîtiya Sovyetan (1991) hemû Kurdên Bisilman ji nêv axa Ermenistanê hatine qewirandin. Piştre jî îcar dor hatiye ser Kurdên Êzîdî yên ku xwe wek Kurd didîtin, hin bi hin wan jî ji Ermenistanê qewirandine.

Piştre lehengên Cuntaya Leşkerî ya 1980yî jî, vê dîtina nijadperestên Ermenan ji bo xwe rewa dîtine, da Kurdan bi vê riyê ji êkdu dûr bixin.

Li Tirkiyê ev meseleya ku zazakî ne ji zimanê kurdî ye û zimanekî serbixwe ye, piştî Cuntaya Leşkerî ya 1980yî derketiye holê. Ew jî ji aliyê  ”Şoreşgerekî Kurd” bi navê Ebûbekir Pamukçu ve li Swêdê eşkere bûye.

Ebûbekir Pamukçu kesekî ji rêxistina DDKê bûye. Dema Cuntaya 1960yî ku ew hatiye girtin, cuntaciyan soz jê wertgirtine ku eger ew wî berdin, divê ew kovarekê biweşîne û bêje ku ”Zazakî ne ji Zimanê Kurdî ye.”

Ebûbekir Pamukçu piştî berdanê, rast çûye Swêdê û li wirê bi cih bûye. Wî li ser navê Kurdan destûra rûniştinê jî wergirtiye. Lê wî mesela xwe û cuntaciyan jî gotiye hin hevalên xwe ku yek ji wan nivîskar Malmisanij e. Ebûbekir li mala xwe rûniştiye û xwe bêdeng kiriye.

Piştî demekê Cuntaciyan zorî dane Ebûbekir Pamukçu da ew soza ku daye cuntaciyan bi cih bîne. Ebûbekir jî dest pê kiriye û kovarek bi navê AYRE bi kurdiya dilmilkî (zazakî) weşandiye. Heval û dostên wî jê pirsîne:
”Ev çi ye? Ka te digot ku cuntaciyan ji bo ku ez bêjim zazakî ne ji Zimanê Kurdî ye min berdane?”
Ebûbekir Pamukçu gotiye wan: ”Erê rast e, lê min li Swêdê lêkolîn kir, ez geham wê baweriyê ku zazakî zimanekî serbixwe ye.”

Niha jî dîdevanên vê meseleya Ebûbekir Pamukçu bi dehan kes li jiyanê hene û piraniya wan jî li Swêdê dijîn.

Piştre gava ku nijadperestên Ermen bihîztine ku Ebûbekir Pamukçu kovarek bi zazakî li Swêdê diweşîne, pêre pêre têkilî pê re danînbe û piştre êdî wî ji bo civînan vexwendin Ermenistanê.

Di şevek ji şevên li Ermenistanê de Ebûbekir Pamukçu piştî ziyafeteke bi mey û badeyê, dema ketiye xewê û hew jê şiyar bûye.

Çewa ku Ereniyan Kurdên Êzîdî ji kurdbûyîna wan dûr dikirine, niha jî dixwazin ku Kurdên Zaza ji kurdbûyîna wan dûr bikin.

Hêj ji zû ve bû ku polîsên îstixbara Ermenistanê li ser wan nijadperestên Eremnî ku digotin ango zazakî zimanekî serbixwe ye û zaza bi koka xwe Ermen in, lêkolîn dikirin. Di paşiyê de derket holê ku sê nivîskarên Ermen pêşkêştiya vê meselê dikin. Ew sê nivîskar jî ev bûne: Mûrad Bocolyan, Petros Margaryan û Avetis M. Hakobyan.

Ji vana sê Ermenîyan Mûrad Bocolyan hem  rohilatzan bû hem jî rind bi zimanê tirkî dizanibû. Piştre derket holê ku ew sîxurê Tirkîyê ye, hate girtin û dadgehkirina wî li Êrêvanê hate kirin, medya li serê pir rawestiya û di encamê de 14 sal ceza jî wergirt. Tirkiye vê meselê derewîn jî dernexist.

Nivîskarek bi navê Yexiya Naçaryanê Ermenî li ser Kurdên Zaza weha nivîsiye: ”Dînê zazayan ji îslamê zêdetir nêzîkî xaçparêzîyê ye. Zaza, ermenîyan wek gelê xwînî ango du gelên ji xwînekê dibînin. Zaza ermenîyên berê ne, paşê dînê xwe guhastine û helîyane.”

Alîkar û înformatorên Yexiya Naçaryanê Ermenî jî Zilfî Silcan, Ebubekir Pamukçu û çend kesên mayîn bûne.

Kê dixweze wê meselê rind nas bike, lêpirsîna wê bike, bila bi kerema xwe li van du linkan binere:
1-    (http://www.armacad.info/conferences/ the-zaza-people-language-culture-identity-28-30-oct-2011-yerevan-armenia/programme)

2-    (http://www.nefel.com/kolumnists/kolumnist_detail.asp?MemberNr=30&RubricNr=24&ArticleNr=6301)

Ji van jî zêdetir niha bi dehan nivîskar û rewûenbîrên Kurdên Êzîdî û yên bisdilman hene ku ji ber cewra Ermeniyan reviyane, çend ji wan jî niha li welatên Ewrûpayê dijîn, bila têkilî bi wan re deynîn û li ser pirsa ku “Zazakî zimanekî serbixwe ye” agahdariyên zêdetir werbigirin.

Di van demên dawîn de hikûmeta AK Partî dilipike ku gemara cuntayên leşkerî bimalîne, ev xebata wê cihê dilşadiyê ye. Lê eger Wezîrê Perwerdeya Tirkiyê rêzdar Emer Dinçer jî ku rabe û Kurdên Zaza ne kurd bihesibîne û zazakî jî zimanekî serbixwe bide nasandin, ew jî di vî warî de li ser şopa Cuntaya leşkerî ya 1980yî diçe û destek jî dide wê xebata Ermeniyan ku ew Kurdên Zaza Ermenî dihesibînin.

Berî ez nivîsa xwe bigehînim dawiyê, dixwazim sê tiştan bibêjim:
1-    Berî her tiştî Kurdên Zaza bisilman in, eger ne Kurd bin jî, ew ne Ermenî ne. Mafê kesî jî tune ku wan miletekî cuda û axaftina wan jî, zimaneî serbixwe bidin nasandin.
2-    Em bêjin ku Kurdên Zaza ne Kurd in! Niha Kurd dibêjin ku jimara wan di navbera 45-50 milyonî de ye. Eger 2-3 milyon Kurdên Zaza ji 45-50 milyonî kêm bibe, kêmasiyek nayê ser 42-47 milyon Kurdên heyî.
3-    Li gor hin tesbîtan, pêşeroja Tirkiye û ya Tirkan girêdayê bi Kurd û Kurdistanê ve ye. Eger Tirkiye neteweyê Kurd wek bira û dostê xwe bipejirîne û bi Kurdan re biratiyeke wek ya di ku di 1514an de çêbûbû bike, Tirkiye wê li Rojhilata Navîn jî û wê li dinyayê jî bibe dewleteke pêbawer û li her deverê wê serkeftî be. Yanena, wê Tikiye vekişe qalikê xwe yê hişk û her ku here jî, wê ji piyasa navnetewî dakeve heta ku bibe dewletkokeke nîvmirî.

Naverok û babeta vê gotara min pir hûr û kûr e. Lê belê min ev wisa bi awayekî lezgîn nivîsî da hin kurdolog û lêkolîner pê karibin bi ser riyên fireh ve bibin.

Her şad û bextewer bin…

Zeynelabidin Zinar
[email protected]

Nerîna min :