Emîndarê giştiyê Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê dibêje eger niyeta Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ew be beşek ji başûrê Kurdistanê bike milkê xwe, ew şaşiyeke mezin dike û sernakeve.Selahedî Bihaedîn emîndarê Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê di pêreskonferensekê de dibêje:- PKKê di şerê dijî DAÎŞ ê de hevkariya Herêma Kurdistanê kiriye, karekî baş kir, lê eger niyeta wê ew be beşek ji herêma Kurdistanê bike milkê xwe, hîngê ew şaşiyeke mezin dike û di wê pilana xwe de sernakeve.Bihaedîn dibêje ku divê hemû pirsgirêk û aloziyên hene bi danûstandin û lihevtêgihiştinê bên çîareser kirin û çênabe her liyek be li her parçeyeke Kurdistanê be heq bi xwe bide Herêma Kurdistanê lawaz bike.