Eger nivîsandin çênebe wê dinya tarî bibe

Ciwanên Hêja!

Eger nivîsandin çênebe, wê dinya tarî bibe. Lewra em  niha bi çavên xwe dibînin ku bi hezarê salan berê, pêşiyên mirovan bi zimanên xwe nivîsîne. Ew nivîs jî, weke niha kaxez û xame, computer û çapxane nebûne, lê wan li ser kevir, bevşik, çerm û tiştên wisa nivîsîne û xwe dane naskirin.

Sal 1988-89 dema ez û rihmetî Paşa Bîngolî li Pirtûkxaneya Qiraliyetê beşa tamîratê dişixulîn, pirtûkên kevn ên diriyayî ji piraniya welatên Ewrûpayê dihatin ba me û me ew te´mîr dikir.

Gelek ji wan pirtûkan çermên xezal, conega û keran bûn. Hin ji wan pirtûkan, hezar û 1.800 sal berê bi destan hatibûne nivîsandin. Desthelatiya Swêdî giringiya ku dida wan pirtûkan, nedida zêrên xwe.

Ciwanên Ewrûpî hertim wan pirtûkan bereçav dikin û şiroveya wan bi dersîtî dixwînin. Ciwanên Ewrûpî bi alîkariya wan berhemên kevnare paşeroja xwe dinasin, li wê gore pêşeroja xwe jî sererast dikin û çi ji aliyê rewşenkirina xelkê xwe be, çi ji aliyê bipêşveçûna  jiyanê be, wek welat û millet xwe gehandine sawiyeke bala.

Lê belê,  nivîs û destnivîsên Neteweyê Kurd ku ev 200 sal in geh Sefewî, gahî Osmanî, piştre jî desthelatiyên erebî, ji bo şewitandin û tunekirna wan bi hevûdu re ketibûn cirîd û sîqalê.

Li Bakûrê Kurdistanê nivşên Kurd ên salên 1930 û 40î, jixwe tev an hatine kuştin an jî di zindanan de riziyane, yan jî li biyanistanê di nava belengaziyê de mirine. Lê piraniya nivşên salên 1950, 60 û 70yî jî, di binê heşifandina Kemalîzmê de yan bûne komunîst û doza mafê xelkên biyanî kirine, yan bûne materialist û dijminatiya pîroziyên xwe kirne, yan jî bûne nijadperes û şerê hevûdu kirine heat ku Cuntaya Leşkerî ya 1980yî hatiye û ew tev bi derbekê hatine perçiqandin.

Niha piraniya wan nivşên hanê, kal bûne û ji çapa xwe daketine, di nava bêderfetî û belengaziyê de temenê xwe gehandine dawiyê.

Lê belê hûn nivşên salên 1980, 90 û yên 2000î, di navendeke pir xweş û bi adan û nişa de gehane; li ber destên we derfetên pir mezin hene, zanayên gehaştî rabûne, bûjena ragîhandinê di nava destên we de ye û berfirehbûna mejiyê we gehaye sawiyeke bala ku êdî hûn bi xwe jî dikarin werbêj û çareseriya gelşan bikin.

Dîsa wek dubare dibêjim: Eger nivîsandin çênebe, wê dinya tarî bibe. Ji ber ku îro her kesî giraniya xwe, xebat û umîda xwe daye ser computerê. Herweha her kes nivîsên xwe li Facebook û Twitreyê belav dike. Ji %90 nivîsên medyayê bi riya Internetê belav dibin.

Lê du tişt hene, zêde kes li wan nasêwire:

1)       Gelo ji 55-60 milyon Kurd, ji %çiqas derfeta wan a nivîsandina bi computer û Facebook û Twitre û Internetê heye?

2)       Em bêjin (Xwedê neke) eger felaketeke mezin a xwezayî yan jî şerekî cîhanî derkeve, ev sîstema heyî bi derbekê dirûxe.

–        Hingê dê rewşa Kurdan a nivîskî bibe çi?

–        Miletên din arşîvên xwe ji nivîsên li ser kaxez ên bi bi zimanê xwe dagirtine. Lê Kurdan?..

Nexwe pêşniyara min ev : Kî ji we çi dema ku naverokekê nivîsî, bila wê nivîsê derbasê ser kaxez bike û biparêzin.
Eger ev pişniyara min bi cih were, eger gelşek çêbibe jî, dinyaya Zimanê Kurdî di tariyê de namîne.
Bi hêviya nivîsandinê, her şad û bextewer bin…

Stockholm 06/ 01/ 2014

Zeynelabidin Zinar

[email protected]

 

Nerîna min :