Kurd di çi qonaxeka yarîkirinê daye
Herdem nehez û neyarên Kurdan hizir li wê yekê kiriye ku çend qebristanên Kurdan zêde bibin dê hind malbatên Kurdam kêm bibin, ev siyaseta şoveniyane derheqê gelê Kurdistanê bikaranîn ku çendîn kumên bi komel ji xort û tolazên Kurdan dirustkirin ko sibehî ew jî bibin siruştek yê me’denî jêr zevî ji bilî vê çendê jî viyan netewê Kurd qir biken û xêr û bêrît welatî jî desteser biken, lê bi vê hizra bertesk û regezperestî hergav nêrînên xwe beramber netewê Kurd diyar dikir.
Her car jî bi plan û dardestên navxweyî û derekî viyan zerbên mezin bi gelê Kurd bidin, bêguman tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê çuk bo çi rejîm û desthilatên Iraqê nedana belku herdem di çeperên berevaniyê da bûne ji bo bersîng girtina van hemî plana û çendîn şoreş jî berpa bûne û her şoreşekê jî çendîn dastanên mezin têda hatîne tomarkirin.
Eve û piştî azadbûna Kurdistana Başur bi hûrbînî û nêrîna hekîmane ya Serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî şiya deng û rengên netewa Kurd bi mezintirîn darêja siyaseta cîhanê ku ew jî Koşka Spî ye bigehînît, ji bilî rêkxistina vê parça azad di van salan da û li ser sîstemekê dezgehî pêngava bavêjê û çendîn kabînên hikumeta herêmê hatîne pêk anîn ku her li duv qonaxa xwe şiyane çendîn pêşveçûnan bidest xwe ve bîne.
Lê ji wan yarîkirinên siyasî û diblomasî yên Serokayetiya Herêma Kurdistanê şiyan çendîn konsolxane û nivîsîngehên diblomasî yên pitir ji sîh û heft dewletan li Hewlêra paytext lê bêne vekirin û karê xwe bikin, erê Kurd yarîkerekê serekî niye li Rojhilata Navîn da ku şiya dewleta Tirkî ew dewleta ku bi agir û hesinê hatiye avakirin daxwaza Serokê Herêmê bi fermî biketin û li Ameda Kurdan û ciwan bi şal û şapikên Kurdî û bi alayê pîrozê Kurdistanê û bi sirudên Pêşmergeyê Kurdistanê Şivan Perwer bête pêşwazîkirin. Belê eve werçerxaneka siyasî ye li diblomasiyeta Kurdî da ku Serok Barzanî û Hikumeta Herêma Kurdistanê li ser astê siyasî û aborî pêkanî.
Lê bêyî dû dilî û bi cesareteka mezin ji bo dirustkirina jêrxaneka aboriya mukim ji bo her takekê Kurdistanî û ji bo sibehiyeka geştir ya Kurdistanê û weku mafekê rewa ku eve çendîn sal bûn mirovî Kurdistanî xewn pêve didîtin ew jî çûna nefta Kurdistanê bû, lê eve jî li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêkhat. Lê hikumeta Bexda her di hizra kevin da dijiya ku Kurd hêş gaziya wan di dol û newalandaye û diviyan careka dî û li jêr perdeyeka dî sîtem û zulmê li vî milletî biken, lê weku me diyarkirî ewa di wê çû viya evro emîn di plan û yarîkirinên xwe ji bo diyarkirina paşeroja nifş û netewa xwe darêjîn.
Ew bû ku Hikumeta Bexda çok dabinê û guhdariya xwast û daxwaziyên milletê Kurd biket û bigehîne rêkeftinekê bo henardekirina petrola Kurdistanê ku eve jî dizivirîte ve bo zîrekî û diblomasiyeta Kurdî ya evro di rojhilata navîn da.
Rêber Îsmaîl