Eger Kurd jî nebin serbixwe

Nivîskar/lêkolîner, Zeynelabidin Zinar bersiva pirsa Rojevakurd da û got: Bêguman serxwebûn mafekî rewa yê Neteweyê Kurd e. Madem ku di van deman de serokê Kurdistanê rêzdar Mesûd Berzanî vê helwesta pîroz daye ber xwe,Divê hemû kurd pişgiriyê bikin. Pirs: Devera Rojhilata Naverast ber bi guhertinên mezin diçe û divê demê de serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî xebatên xwe yên ji bo encamdana referandumê û avakirina dewleta serbixwe ya Kurdistanî çir kirine. Gelo helwesta we li hember pirojeyê serokê Kurdistanê, avakirina dewletek serbixwe çiye?  Hûn xebatên serok Barzanî yên ji bo damezrandina dewleta Kurdistanê çewa dinirxînin? DERHEQ SERXWEBÛNA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ Pirsa Rojeva Kurd li ser helwesta Serokê Kurdistanê rêzdar Mesûd Berzanî  ji bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê kiriye, bêguman helwesteke rasteqîn e, daxwazeke rewa û dirust e, herweha bi dehmilyonan Kurd jî umîda xwe dane serê û çavrêniya wê rojê dikin. Du xalên girîng hene divê hertim li ber çavan bêtin girtin: 1- Eger Kurd li welatê xwe yan li beşek ji axa xwe nebin serbixwe, aramî li Rojhilata Navîn û li gelek welatên dinyayê çênabe û wê hertim şer û pevçûn û teqîn û qetlîam çêbibin.2- Îro jimara Neteweyê Kurd li dora 55-60 milyonî heye. Ev jimar ji ya 47-50 dewletên serbixwe ku niha endamên Neteweyên Yekbûyî ne zêdetir e. Axa Kurdistanê jî li dora 700.000 km2 ye. Wijdana giştî êdî desrtûr nade ku hewqas kes û hewqas ax, bindest bimînin. Divê kursiyekî Kurd jî li dîwana Neteweyên Yekbûyî hebe. Ew kursî jî bi serxwebûna Kurdistanê yan bi ya beşek ji axa wê çêdibe. Bêguman serxwebûn mafekî rewa yê Neteweyê Kurd e. Madem ku di van deman de serokê Kurdistanê rêzdar Mesûd Berzanî vê helwesta pîroz daye ber xwe, divê Kurd hemî xasma jî rewşenbîrên Kurd, siyasetmedar û hunermendên welatperwer destek dikin, piştgirî bidin û çi pêdivî hebe jî bikin. Ji kirinê zêdetir divê bikevim xizmeta helwesta ji bo avakirina dewleta Kurd a serbixwe. Eger welatê miletekî ne azad be, kesên wî li hemû deverên dinyayê bêxwedî ne, bêderfet û bêyarmetî ne.Eger Kurd jî nebin serbixwe û kursiyekî wan li Neteweyê Yekbûyî nebe, wê hertim û li hemû welatan mîna sêwiyên bê dê û bav bijîn, herweha wê hertim şer jî li ser wan berdewam be, eger Kurd şer nekin jî, wê xelk şerê wan bike. Devera ku şer lê hebe jî, çu car li wirê jiyaneke aram çênabe û xuyê nijadî, terbiyeya malbatî û toreya dîn û kesayetî têkdiçin. Di van 200 salên bihurî de, hertim şer li ser serê Kurdan hebûye û hemû herêmên Kurdistanê wêran bûne. Ev wêranî ne tenê ji bo deverên kurdnişîn, herweha ji bo van welatên ku Kurdistan di navbera wan de dabeşkirî ye jî, çêbûye. Sal 1993 ew konferansa ku li Parlemana Swêdê çêbû, min wê demê jî pêşniyar kir û bila zûtirîn dem Başûrê Kurdistanê bibe dewleteke serbixwe. Ji wê demê heta niha 13-14 sal bihurîne, hêjî şerê li ser serê Kurdan berdewam e; Kurd pezkî têne serjêkirin, her roj bi dehan têne xeniqandin, keç û jinên Kurdan li bazaran têne firotin, malê Kurdan wek talan diçe welatên biyanî, gund û xaniyên wan têne rûxandin û gelek nexweşînên cuda ji ber van rewşên xirab di nava Kurdan de derdikevin holê ku wê bi sedê salan berdewam bibin. EV SIQÛMAT HEMÛ JI BER KU KURD NE SERBIXWE NE, TÊN SERÊ WAN. Ji ber hindê helwesta Serokê Kurdistanê rêzdar Mesûd Berzanî, tiştekî rast e, dirust û rewa ye, ez destek dikim û bawer dikim wê hemû Kurdên zana û dûrbîn, herweha yên xwedîwijdan jî destekê bikin. Ez wek lêkolînerekî, pêrgê pir tiştên girîn û tirsnak dibînim, lê ji ber ku naveroka xebata min ziman û çand in, zêde wan tiştan belav nakim. Bi hêviya serxwebûna Başûrê Kurdistanê… 07/ 09/ 2016Zeynelabidin ZinarNivîskar/lêkolîner 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: