Polîtîk

Efserên kurd fermanên Malikî cibicî nakin

Berî çend rojan serokwezîrê Îraqê ku, di heman demê de ew fermandarê giştiyê arteşa Îraqê jî ye, biryara veguhastina 14 efserên kurd ji deverên kurdistaniyên dervey îdareya herêma Kurdistanê bo hin deverên din Îraqê dabû. Piştî vê biryara serokwezîrê Îraqê Nurî Malikî, roja 7ê vê mehê Ebdulemîr Zeydî fermandarê Operasiyonên Dicle biryar da lîwaya 16 a sopayê Îraqê ku, fermandarê wê lîwayê û piraniya serbazên wê kurd in,  ji firokexaneya Sedîq, bi hêceta meşiq û rahînanê bo dema çend meheke biçin deverke din û wê firokexanyê çol bikin û teslîmî lîwaya 36 a sopayê Îraqê ku, fermandar û piraniya serbazên wê erebên mezheb Şîene, bikin.

Lê belê Bextiyar Mihemed fermandarê lîwaya 16 a sopayê Îraqê di daxuyaniyekê de dibêje ku, ew bi wê biryarê pabend nabin û ji firokexaneyê dernakevin.

Bextiyar dibêje ku, firokexaneya Sedîq cîyekî stretejîke û dikeve ser rêya serkeya navbera Duz û Tirkîtê û her hêzeke erebî li wê firokexaneyê bicih bibe dê xeter be li ser herêma Kurdistanê.

Back to top button